Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî (HBDH) bi daxuyaniyeke niviskî got di pêvajoya pandemiyê de faşîzm û kapîtalîzm gefê li civakan dixwin û got, ''Bi ti rengî divê neyê qebûlkirin ku tevger di nav malê de an jî di qada medyaya sosyal de were sînordarkirin.''
HBDH'ê di daxuyaniya xwe de got, ''Pandemiya vîrûsa koronayê û diyardeyên ku vê pêvajoyê derketine holê carekî bi rengekî berbiçav raxistiye ber çavan ku ti tiştekî ku pergala kapîtalîst bide mirovahiyê nemaye.''
Bi domdarî hate gotin, ''Desthilatên faşîst fatoreya ku bi krîza pandemiyê re derketiye holê li karker, kedkar û jinan dibirin. Bi ji kar avêtinê, xirab bûna şertên xebatê, di şertên pandemiyê de bi êrîşên ser çîna karker û destkeftiyên dîrokî yên kedkaran weke fersendekê tê bikaranîn.''
HBDH'ê bal kişande ser zêdebûna tundiyê ya li ser jinê ya di pêvajoya pandemiyê de ku bang li mirovan û jinan dikin ku li 'mlaê bimînin'' û got, ''Mal her carê ji bo jinan bûne qadên wiha ku zilm û tundiya li ser jinê lê zêdetir dibe û tundiya li ser jinê lê têne veşartin. Ji ber vê deshilata mêr ji bo jinan ji koronayê bêhtir taloke û kujer e. Ji bilî zêdekirina tundiya li ser jinê ya pergala mêr serwer ti wateyeke dî ya banga, 'li malê bimîne'' nîne.''
Derbarê guherîna yasaya înfazê jî di daxuyaniyê de hate gotin bi vê yasayê tacîz û tecawûz hatiye meşrûkirin.
HBDH'ê di pandemiya koronayê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan jî bi bîr xist û got, ''Pandemiyê dikin fersend, yasayên ku dest li ser mafên kedkaran datînin derdixin,li Kurdistanê jî bi qeyûmên ku tînin ser şarederiyan vîna gel tê desteserkirin, bêyî ku navberê bidin şer didomînin. Di tevgerên dagirkirinê yên ser Rojava û Sûriyê de tim xwe qeyîm dikin.''
HBDH'ê bi berdewamî got: ''Di rewşeke wiha de ku bi milyonan kedkar dişînin ser qadên hilberandinê, ku bi pandemiyê re yên çewisandî kirine navenda kedxwariya giran û dewleta faşîst yek saniyê jî şerê serwerbûnê nade sekinandin, ne pêkan e ku em qebûl bikin ku têkoşînê sînordar bikin an jî şertên sînordarkirinê qebûl bikin'' û bi domdarî hate gotin, ''divê asêkirina tevgerê ya di nav medyaya sosyal de an jî malê de neyê qebûlkirin,.''
HBDH'ê herî dawî got, ''Em pê dizanin ne jiyaneke bi tenduristî ne jî civakeke azad di bin serweriya pergala kapîtalîst û serweriya dewleta faşîst de ne pêkan e. Em ê dewleta faşîst hilweşînin, em ê têkoşîna paçekirina astenga li pêşiya geşbûna civakî, têkoşîna şikandina qalikê kapîtalîzmê bidomînin.''