HBDH: Em ê hesabê Tîmtîk û hemû şoreşgeran bipirsin

HBDH’a ku di derbarê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi daxwaza darezandina bi adilane, di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji destdayî da û got, “Em ê ji desthilata faşîst a qatîlê Ebrû Tîmtîk û hemû şoreşgerên hatin qetilkirin, hesab bixwazin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekitiya Gelan (HBDH) a ku daxuyaniyek bi nivîskî dayî, peyama “Ebrû Tîmtîk nemir e, em ê hesab ji kujeran bipirsin” dan.

Komîteya Rêveber a HBDH’ê a ku gotî; “Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi daxwaza darizandina bi adilane bi roja 238’emîn a berxwedaniya rojiya mirinê de şehîd bû. Mirina Ebrû Tîmtîk delîla bê edaletî û bê qanûniya faşîzmê ye” û diyar kir ku desthilata faşîst bi gotina şahidên veşartî û bi belgeyên sexte mirovan digirin û dixin zîndanan. Komîteye Rêveber a HBDH’ê ya ku bal kişandî Ebrû Tîmtîk jî bi gotina şahidên veşartî hate girtin û ev dan diyar kirin:

“Desthilata faşîst tevahiya 238 rojan êrîşî berxwedanê kir, daxwazên wê yên bi maf tine hesibandin.

Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, li dijî tinehesibandin mafê parastinê û girtina ji aliyê desthilata faşîst ve, bi daxwaza darizandina bi adilane dest bi rojiya mirinê kiribûn. Desthilata faşîst di her pêngava berxwedaniyê de daxwazên wan tine hesibandin û ji bo wan lewaz bikin hewl dan ku li dora wan dîwarê tecrîdê ava bikin.

Desthilata faşîst a ku li beramberî berxwedana Ebrû Tîmtîk bêçare mayî, piştî şehîdbûnê jî êrîşî cenaze kiribû. Cenaze ji edlî tibê revandin. Desthilata faşîst li asta ku em giheştînê bi hemû şêweyî ji nirx û meşrûriyetên xwe dûr ketiye. Berdevkên desthilat faşîst ên weke katîlên Ebrû Tîmtîk mafê mirovî yê herî bingehîn ên veşartina cenaze jî tine hesibandin.

Em weke Tevgera Şoreşgerên Yekitiya Gelan berxwedaniya Ebrû Tîmtîk silav dikin. Em ê hesab ji deshilata faşîst a kûjerê Ebrû Tîmtîk û hemû şoreşgerên hatin qetilkirin bipirsin. Wê xwîna tu şoreşgerên hatin qetilkirin li erdê nemîne. Berpirsên van qetlîaman wê bibin hedefa çalakiyên bi maf ên hemû şervanên Yekîtiya Şoreşgeran.

Em Hêzên Yekîtiya Şoreşgeran, gerîlayên li çiya li ber xwe didin û milisên li bajaran li ber xwe didin, em ê li dijî hemû êrîşên faşîzmê têkoşîna xwe bi şêweyek herî bihêz rêxistinbûna xwe bidomînin. Gerîlayên li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin, ala milîsên ku li bajaran hesab dipirsin, mezin kirin.

Ji niha û şûnde em Hêzên Yekîtiya Şoreşgeran li hemû bajarên Tirkiyê bibin kabûsê faşîsmê.

Roj ne roja rawestanê ye. Roj roja mildayîna têkoşîna yekîtiya şoreşgerane ye ye. Bi zimanê ku faşîzm jê fêm dike, divê em bersivê bidin wan.”