HBDH: Em ê hesabê hevrê Sînan bipirsin
HBDH'ê hevrêyê xwe Sînan Guneş ê şehîd bû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê hesabê wî bipirsin.
HBDH'ê hevrêyê xwe Sînan Guneş ê şehîd bû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê hesabê wî bipirsin.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî şehadeta şervanê wan Sînan Guneş daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanê Yekîneya Gerîla ya Derya Spî ya ser bi HBDH û MLKP-FESK'ê Sînan Guneş li Kaxizman a Qersê di 29'ê Nîsana 2020'an de şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi mezinkirina şerê şoreşgerî wê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Sînan Guneş derkevin û sersaxî ji malbata wî re hate xwestin.
Di daxuyaniyê de ji bo bîranîna Sînan Guneş soz hate dayin ku wê têkoşînê bi ser bixînin û hate gotin, "Li Derya Reş, li Bakurê Kurdistanê, li Heftanînê, li Zapê, li Xakurkê em ê şer bikin. Em ê hesab bipirsin, em ê bikin ku ew berdêl bidin."
Di dawiya daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Roj roja mezinkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî faşîzmê ye. Ji bo serketina şoreşa yekbûyî ew roj e ku li her qadê derb li faşîzmê bê xistin."