HBDH’ê li Mêrsînê li polîsan da

HBDH’ê li Mêrsînê bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li polîsan da.

HBDH’ê li Mêrsînê bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li polîsan da.

HBDH’ê daxuyaniyek weşand û got “Di 24’ê Mijdara 2021’an de saet di 22.00’an de bi sedan polîsan girtin ser Parka Îsa Oner a li Taxa Karadûvar a Akdenîza Mêrsînê. Di dema operasyonê de yekîneyeke me bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li polîsan da.

Di dema çalakiyê de polîsên faşîst ketin panîkê û fêm kirin ku ew ê bi hêsanî nikarin têkevin Taxa Karadûvarê. Li Karadûvarê gelên Tirk, Ereb û Kurd hene û faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze hêza hevgirtina li vê taxê bişkîne.

Em bi vê çalakiya xwe salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz dikin. Di sala nû ya têkoşînê de wê hêzên HBDH’ê faşîzmê hilweşînin û wê azadî bi ser bikeve.”