HBDH’ê Berxwedana 15-16’ê Hezîranê silav kir: Em li dijî faşîzmê bibin yek

HBDH’ê Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê silav kir û got: “Em li dijî kapîtalîzm û faşîzmê bibin yek, xwe rêxistin bikin û şer bikin.”

BERXWEDANA 15-16’Ê HEZÎRANÊ

HBDH’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HBDH’ê diyar kir ku bandor û encamên berxwedana karkeran a 15-16’ê Hezîranê, îro di sala 54’an de hîn jî rê nîşanî çîna karker û gelên kedkar dide.

HBDH’ê destnîşan kir ku têkoşîna şoreşê ya yekbûyî, li dijî kapîtalîzm, faşîzm, desthilatdariya mêr û emperyalîzmê çeperekî şer e û got: “Rizgariya çîna karker û gelên bindest, ji mezinkirina vê çeperê şer derbas dibe. Em li dijî kapîtalîzm û faşîzmê bibin yek, xwe rêxistin bikin û şer bikin! Jiyana koletî, ne qeder e.”