HBDH: Di sala me ya 9’an a şer de pêla şoreşgeriyê wê hîn bilind bibe

Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya salvegera 8’emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek da. HBDH’ê banga bidestxistina serketinê kir û got: “Di sala me ya 9’an a şer de pêla şoreşgeriyê wê hîn bilind bibe."

SALVEGERA DAMEZRANDINA HBDH'Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 12’ê Adara 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Taxa Gazî damezrandina xwe ragihand. HBDH di sala xwe ya 9’an a şer de têkoşîna xwe didomîne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Hêzên Şoreşa Yekbûyî ji roja damezrandina xwe û heta roja îro ji bo karker, jin, ciwan û gelên bindest bêyî rawestan têdikoşe û li dijî hemû zext û êrîşên faşîzma AKP’ê têkoşînê didomîne.

Desthilatdariya faşîzma AKP-MHP’ê bi tirsa ji destdana desthilatdariyê û têkçûna li hemberî bindestan, êrîşkariya xwe hîn zêdetir kir. Êrîşên kîmyewî li ser Kurdistanê pêk tîne, êrîşî Şoreşa Rojava û destkeftiyên têkoşîna jinan dike, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşîne, zext û polîtîkayên girtinê li dijî hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî dimeşîne. Lê evane hemûyan nekarîn hêzên şoreşger rawestînin û wê nerawestînin jî!

HBDH’ê sala xwe ya 8’an tejî kir û dest bi sala xwe ya 9’an a şer kir. HBDH di nava şer de hat damezrandin û xwe rêxistin kir. Li kuderê zilmek hebe, hêzên me yên Şoreşa Yekbûyî xwe li wir bi cih kirin û şer kirin.

Em ji bo karker-kedkarên tên mêtingehkirin, jinên ku her roj rû bi rûyê zordariya faşîzmê dimînin û ciwanên ku siberoja wan hatine tarîkirin, tarîtiyê ronî dikin.

Ji roja damezrandina xwe heta îro em têkoşîneke bi biryar raber dikin. Di sala 9’an a şer de em soza serketinê didin hemû hevrêyên xwe yên nemir.

Di nava van şert û mercan de em ji faşîzmê hesab dipirsin. Weke Hêzên Şoreşa Yekbûyî em bang li hemû bindestan dikin ku ji hesabpirsînê bikevin nav tevgerê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê gerîlayên me, mufreze-milîsên me yên li bajaran, her endamekî me yê şoreşger hesabê zilm û komkujiya li gel hatî kirin, dipirse û kelha faşîzmê di derizîne.

Ji roja damezrandina xwe û heta roja îro me gelek çalakî lidar xistin. Em di têkoşîna bindestan de bûn ronahiya hêviyê. Li pey şopa nemiran, me dîwarên faşîzmê hilweşandin. Em li pey şopa rêberên xwe roj bi roj hîn bi rêxistintir, xurttir û biryardar in.

Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên damezrîner Ûlaş Bayraktaroglû, Nûbar Ozanyan, Delal Amed, Baran Serhat û Ûlaş Adali de em soz didin her şoreşgerê ku li ser rêya Şoreşa Yekbûyî bûne nemir, wê di sala me ya nû ya şer de şoreşgerî hîn zêdetir bibe, em ê li dijî faşîzmê bêyî rawestan têbikoşin û bi ser bikevin.”