HBDH: Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga têkoşîna yekgirtî dikin

HBDH'ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand û got: ‘’Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga tekoşîna yekgirtî dikin. Tekoşîna jinan bingeha têkoşîna li dijî faşîzmê ye.’’

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em 8'ê Adara 2024'an Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi nîqaşên şerê emperyalîst ên di qada navneteweyî de yên ku  roj bi roj zêde dibin, pêşwazî dikin. Dewletên paşverû komkujiyên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Bi destê dewletên faşîst bi deh hezaran mirov tên kuştin bi êrîşên wan re rû bi rû mane ku em dikarin li herêmê mînakên weke; Rejîma Azerbaycanê, siyonîzma Îsraîlê û faşîzma Tirkiyeyê bidin. Bi destê wan dagirkerî, êrîşên komkujiyê û koçberkirina bi zorê  berdewam dikin. Tevî êrîşên girtinê yên li ser jinan yên dewleta Tirk a faşîst bi taybet jî êrîşên qirkirinê li dijî gerîlayên jin ên Tevgera Azadiyê ya Neteweya Kurd pêk tîne. Dewleta Tirk, Şoreşa Rojavayê weke metirsiya hebûna xwe dibîne û ev yek bi tenê  destkeftiyên neteweya Kurd ên li herêmê ve eleqedar nîne. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker îradeya jinan ya ku rengê xwe daye vê şoreşê, ji bo xwe weke gefeke mezin jî  dibîne. Faşîzma dewleta Tirk hebûna xwe bi tenê li ser qirkirina jinan naparêze. Tekoşîna li dijî faşîzmê di heman demê de tekoşîna azadiya jinan e.’’

'TÊKOŞÎNA JINAN BINGEHA TEKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'

‘’Tekoşîna azadiya jinan yek ji bingehên tekoşîna li dijî faşîzmê ye. Jin û nasnameyên zayendî yên bindest li dijî xizanî, îstîsmar, komkujî û destdirêjiya ku li ser wan tê ferzkirin, li ber xwe didin û têdikoşin. Jin ji herkesî bêtir ji bo têkbirina çerxên îstîsmarê li ber xwe didin û tekoşîna xwe mezintir dikin. Jin li her derê li bajaran, li çiyayan  ala tekoşîna  şoreşa yekgirtî li ba dikin. Li dijî zextên çînî, zayendî û neteweyî qetilkirina jin û nasnameyên zayendî,  rûbirûbûmana tacîz, destdirêjî û tundiya sîstematîk; Banga 8'ê Adarê, banga mezinkirina Tekoşîna Şoreşa Yekgirtî ye.’’