'Haya hukûmetê ji 1'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê heye'
'Haya hukûmetê ji 1'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê heye'
'Haya hukûmetê ji 1'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê heye'
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin du dîrokên krîtîk hene û wiha got: "Birêz Ocalan behsa du dîrokan dike. Yek amadekariya heta 1'ê Îlonê ya din heta 15’ê Cotmehê pratîzekirin. Agahiya hukûmetê ji van dîrokan heye. Ger di nava wan 45 rojan de pratîze bibe ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin şert û merc tên cih. Ger wisa nebe, birêz Ocalan diyar kir ku dê helwesta xwe li ber çavan derbas bike." Demîrtaş destnîşan kir ku dibe ku di cejnê de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û wêne û dîmenekî Ocalan wekî diyariya cejnê bi gel re parve bikin.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîbûn û civîna MYK'ê ya BDP'ê ji DÎHA'yê re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku geşedanên li Rojava li parçeyên din baş nehatin şopandin û wekî BDP li ser kêmasiyên xwe radiwestin û wiha got: "Bi salane li wir gelê me bi lehengî li ber xwe didin. Niha li hember talûkeyên qetlîamê û dorpêçkirinê bi sekneke bi rûmet têkoşîna xwe didomînin. Bêguman Şoreşa Rojava tenê gelê li wir eleqedar nake, hemû parçeyên din heta hemû Rojhilata Navîn û pêşeroja me eleqedar dike. Mirov nikare bibêje em ji nêz ve li şoreşa wir ve eleqedar bûn. Ev kêmasiya me hemûyan e. Ji ber vê yekê me di civîna xwe ya MYK'ê de û biryar girt ku bi tevî KCD'ê ji bo pêşwazîkirina pêvajoyê bi dest amadekariyan kir. Jixwe di vê mijarê de alîkarî hebûn. Dê di 4'ê Tebaxê de ji bo piştgiriyê meşeke mezin bê lidarxistin. Em ê bimeşin ser sînor. Divê gelê me di vê mijarê de hessas tevbigere û piştgiriyeke mezin bikin. Ji ber ku bendewariya gelê Rojava heye ku li Şoreşa Rojava xwedî derkevin."
'EM LI BENDÊNE 3 DERIYÊN SÎNOR BÊN VEKIRIN'
Demîrtaş bilêv kir ku bêyî plansaziyeke navendî bê çêkirin her roj ji bo Rojava meş û kampanya bên lidarxistin û wiha got: "Dê plansaziyên navendî jî bên kirin. Dê ji bo kampanyayên însanî ku ji bo gelê Rojava tên lidarxistin tevkarî bên dayîn. Bi taybet jî ji bo xwarin û dermanan tevkarî bên dayîn û van tevkariyan bigihînin Rojava. Hîn hevdîtinên me yên dîplomatîk pêk hatin. Bi taybet jî ji bo vekirina deriyên sînor dê hevdîtinên me bidomin. Divê wekî encama hevdîtina di navbera PYD û Tirkiyeyê deriyên sînor bên vekirin. Em li bendêne ku 3 deriyên sînor bên vekirin."
'BI XWEDÎDERKETINAN EM REXNEDAYÎNA XWE BIDIN'
Demîrtaş bang li gelê Rojava kir û wiha got: "Bila gelê Rojava bawer bike ku dilê me bi wan re ye. Em dil û mejiyê xwe bi wan re ne. Divê em bi xwedîderketinê pratîke bikin û bi vî rengî rexnedayîna xwe bidin. Li gelek navendan tevkarî hatine destpêkirin. Di nava rojek du rojan de dê xuya bibe. Ji ber ku agahî baş nehat dayîn gelê me xwedî agahî nebû. Em ê bi KCD'ê re civîneke berfireh li dar bixin û encamên wê ji gel re parve bikin. Ger El Nusra li hember Rojava banga seferberiyê kiribe bêguman dê Kurd jî bangên seferberiyê bikin. Dê ciwanên Kurd yên ji çar parçeyan ji bo parastina Rojava çi dikeve ser milê wan dê pêk bîne. Wekî BDP em jî ji bo parastina Rojava bikevin nav liv û tevgerê. Em piştgiriyê didin bangên seferberiyê. Divê ji hemû kesî re bê nîşandin ku ew der ne bêxwedî ye."
Demîrtaş anî ziman ku her çi qas di asta fermî de li xwe mikûr nehatibin jî têkiliya El Qaîdeyê bi Tirkiyeyê re heye û wiha pê de çû: "Di navbera Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û El Qaîdeyê de têkilî hebûn. Di warê çek, lojîstîk, dîplomasî, bi kar anîna sînor û ji bo tenduristiyê piştgirî dihat dayîn. Lê ji ber pêvajoya ku hatiye destpêkirin, ji ber hişyariyên birêz Ocalan, hin rexneyên hêzên navneteweyî yên ji bo Tirkiyeyê, êrîşên El Nusra yên li hember YPG'ê Tirkiye niha zehmetiyan dikişîne. Niha Tirkiye van biryarên xwe li ber çavan re derbas dike. Bi awayekî fermî aşkera kirin ku piştgiriyê nadin El Nusra û El Qaîdeyê. Em difikirin ku di vê mijarê de hin tedbîran bigirin."
DÊ BDP PÊŞNIYARA KONSEYA DÎPLOMASIYA HEVPAR BIKE
Demîrtaş destnîşan kir ku Konferensa Neteweyî ya Kurd ji bo hemû gelê Kurd girîng e û wiha got: "Divê hemû parçe mafê parçeyên din biparêzin û heman helwestê nîşan bidin. Ger aştî pêk bê divê Kurd ji hemû neteweyên din re peyameke xurt bide. Divê Kurd bi rêya kongreyê hêviyên xwe yên ji bo aştiyê ji cîhanê re ragihînin. Her wiha divê li hember êrîşan ku li dijî Kurdan pêk bên helwesteke hevpar a parastinê bê nîşandan. Kurd êrîşî tu kesî nakin û ji bo êrîşê amadekariyan nakin. Dê li ser esasê parastina rewa xwe biparêzin. Mînak li Rojava talûkeyeke mezin heye. Hêzên girêdayî El Nusra, Artêşa Azad a Sûriyeyê, hêzên rejîmê li bajarên Rojavayê Kurdistanê helwdanên qetlîaman dikin. Divê li hember van feraseta parastina hevpar pêş bikeve. Mijara şopandina biryarên ku di kongreyê de hatine girtin jî girîng in. Divê kongre belav nebe. Divê ji hemû hêzên cîhanê re dîplomasiya hevpar hebe û ger konseya dîplomasiyê ya hevpar hebe dê baş bibe. Wekî BDP em ê pêşniyarên xwe yên berbiçav bidomînin."
'DU DÎROKÊN KRÎTÎK HENE'
Hevserokê BDP'ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re ya dawî wiha got: "Birêz Ocalan behsa du dîrokan dike. Yek 1'ê Îlonê ye, ya din 15'ê Cotmehê ye. Dîroka 1'ê Îlona dîroka aşkerakirina paketa demokratîkbûyînê ya hevpar a hukûmetê ye. Divê heta wê demê naveroka paketê bi me re bê parvekirin, pêşniyarên birêz Ocalan bên girtin û naveroka paketê heta 1'ê Îlonê aşkera bibe. Ger heta 1'ê Îlonê ev pêk neyê dê baweriyeke xurt hebe ku pêvajo pêşve naçe. Ji ber vê yekê birêz Ocalan piştî 1'ê Îlonê piştgiriya ji bo pêvajoyê li ber çavan derbas bike. Ger heta 1'ê Îlonê paket bê amadekirin, di nava 45 rojan de ango heta 15'ê Cotmehê divê parlamento qanûnan derxe û paket bikeve meriyetê. Ger di nava wan 45 rojan de pratîze bibe ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin şert û merc tên cih. Ger wisa nebe, birêz Ocalan diyar kir ku dê helwesta xwe li ber çavan derbas bike. Yanî du dîrokên krîtîk hene. Yek amadekariya heta 1'ê Îlonê, ya din jî pratîzekirina heta 15'ê cotmehê. Agahiya hukûmetê ji van dîrokan heye, di ferqa wê de ye. Em ji nêz ve dişopînin, bi hukûmetê re hevdîtînên me hene."
'DAXWAZA HEVDÎTINA BI ROJNAMEGERAN RE DI ÇARÇOVEYA HUQÛQÊ DE YE'
Demîrtaş ji bo daxwaza Ocalan a hevdîtina bi rojnamegeran re wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze komek rojnamegerên ku piştgiriyê bidin pêvajoyê re hevdîtin pêk bîne. Daxwaz ev e. Çapemenî ziyaret bike. Dixwaze bi rêya çapemeniyê rasterast raya giştî agahdar bike. Ev li dijî huqûqê nîn e û li gorî huqûqa hundir e. Em dizanin ku hukûmet vê mijarê nîqaş dike. Di serî de DÎHA û gelek saziyên çapemeniyê yên din serlêdan kirin. Dê wezaret van serlêdanan binirxîne. Em ê di hevdîtineke din de van daxwazan bi birêz Ocalan re parve bikin. Ocalan navê tu rojnamegerekî nedaye û dixwaze komek rojnamegerên ku piştgiriyê bidin pêvajoyê re hevdîtin bike. Ger heta ev daxwaz neyê cih piştgtiriya ji bo pêvajoyê kêm dibe."
'HELWESTA HIKÛMETÊ BENDEWARIYAN KÊM DIKE'
Demîrtaş der barê 8 komîsyonên ên weke jin, huqûq, heqîqet û aborî ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyar kirin û paketa demokrasiyê wiha got: "Ev komîsyon ji bo di parlamentoyê de bên avakirin nîn in. Ev komîsyon dê bi rêya saziyên civakî, hukûmetê û nûnerên me ve bên sazkirin. Hukûmet ji bo ev xebatên hevpar tu gav neavêtiye. Hukûmetê got dê derbarê paketa demokrasiyê di nav hefteyekê, 10 rojan de raya giştî agahdar bike. Serokwezîr digot dê ew bi xwe aşkera bike. Lê em dibêjin divê beriya ku paket bê aşkerakirin ji derdor û li ser esasê 8 xalan paket bê çêkirin." Demîrtaş destnîşan kir ku helwesta hukûmetê baweriyan kêm dike û wiha axivî: "Me gelek caran ew bi tundî rexne kir. Hukûmetê heta niha bi awayekî ku hêviyan bide dest qonaxa duyemîn nekir. Ji bo qonaxa yekemîn, helwesta birêz Ocalan, KCK û tevgera siyasî ya Kurd hêvî dan, ciddî nêzîkî meseleyê bûn. Çi pêwîst bike ew pêk anîn. Em jî li bendê ne ku muxatabên me heman ciddiyetê nêzî qonaxa duyemîn bibin. Lê heta niha me tu ciddiyet nedît. Ger wiha bidome dê piştgiriya raya giştî kêm bibe. Ger hukûmet bixwaze ev piştgirî kêm nebe, divê helwesta baş a birêz Ocalan li ber çavan bigire."
'DERENG AN JÎ ZU DÊ BENDA HILBIJARTINÊ RABE'
Hevserokê BDP'ê Demîrtaş zimanê hukûmetê bi tundî rexne kir û ji bo axaftinên Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç wiha got: "Tu kes bi hessasiyetên hukûmetê re nalîze. Gelek û Rêberê wî gelî pêşniyarên pir jidil dikin. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê muxatabên pirsgirêkê pêşniyarên ciddî dikin. Ger pêvajoyeke muzakereyan hebe divê li ber çavan bigirin. Em nêzîkatiya serdestiyê û lutufkirinê red dikin. Ev tenê Kurdan eleqedar nake, hemû Tirkiyeyê eleqedar dike. Pêşeroja hukûmetê jî eleqedar dike. Ger li bendê bin Kurd sedeqeyê dixwazin dê bi her awahî wenda bikin. Tu tiştekî ku Kurd wenda bikin nîn e. Em dizanin ku ji me zêdetir ev pêvajoya çareseriyê dixwazin. Nêzîkatiya wan a li Îmraliyê ya li hember birêz Ocalan rêzdar e. Divê usluba wan ya derve jî wisa bibe. Li derve cuda bin, li hundir cuda bin feydeya vê nîn e. Di mijara daxwazên demokratîk de dê hessasiyetên me bidomin. Em bi israr dixwazin benda hilbijartinê bê rakirin. Lê heta AKP paketê aşkera neke, ne rast e em şîroveyan bikin. Piştî aşkerakirina paketê em ê nêrînên xwe parve bikin."
'JI BO BERXWEDANA GEZIYÊ ME HELWESTEKE ZELAL NÎŞAN DA'
Demîrtaş destnîşan kir ku tu parlamenterekî BDP'ê li hember berxwedana Parka Geziyê nebû û gelê Kurd piştgirî da berxwedana Parka Geziyê û wiha got: "Partiya me hem li parlamentoyê û hem jî li derve ji bo berxwedana Parka Geziyê helwesteke zelal nîşan da. Hinekî hat berevajikirin, hin derdoren Ergenekonî xwestin pêşengiyê bikin. Di roja destpêkê de partiya me li hember wan helwesta xwe nîşan da. Ev serkeftina partiya me ye. Li hember hîn kesên ku xwestin ji sekna şoreşger û berxwedêr sûdê bigirin partiya me helwesteke zelal nîşan da û piştgirî da çalakgeran. Dibe ku kêmasiyên me hebin lê me sekneke dijber nîşan neda. Bala xwe bidinê yên ku dixwazin berevajî bikin CHP'yî ne. Wan dixwest têkiliya BDP'ê ya bi Parka Geziyê re qut bikin. Lîstikeke polîtîk û zanebûn bû. Helwesta me zelal e û em ê helwesta xwe bidomînin.
'EM PIŞTGIRIYÊ NADIN DESTÛREKE BINGEHÎN A WIHA'
Demîrtaş da zanîn ku xebatên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn di asteke baş de nîn in û wiha got: "Di vê mijarê de partiya me pêşniyarên demokratîk kir. Me xal bi xal pêşniyarên xwe kirin. Lê li hevkirineke xurt pêk nayê. 48 xal bûn herî dawî derxistin 56 xalan. Me xwest xalên li hevkirinê zêdetir bikin. Lê dixwazin di pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de tu guhertinên ciddî nekin. Ne mimkun e em vê qebûl bikin. Yanî di zimanê zikmakî de perwerdehî nebe, hemû kes Tirk be, li ser esasê yek ziman, yek millet destûra bingehîn çêdikin. Di mijara azadiyê de pêşniyarên pêşketî nîn in. Bi vî rengî destûreke bingehîn a nû û sivîl çênabe. Em piştgiriyê nadin destûreke bingehîn a wiha. Dixwazin destûreke bingehîn a yekparêziyê bi me bidin qebûlkirin. Em û gelê me destûreke bingehîn a wiha qebûl nakin. Ez dikarim bibêjim hêviyên me yên ji bo destûra bingehîn daketin ji hezarî yekê. Her ku diçe lihevkirin kêm dibe."
'DI WARÊ DESTÛRA BINGEHÎN DE HÊVIYÊN ME KÊM BÛNE'
Demîrtaş, têkildarî çêkirina destûra bingehîn a nû de jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku di vî warî de hêviyên wan kêm bûne. Demîrtaş, anî ziman ku wan weke partî ji bo çêkirina destûra bingehîn a nû çi ji destê wan hatibe kirine û wiha axivî: "Herî dawî hejmara xalên hatine erêkirin ji 48, derket 56'an. Me jî hin pêşniyarên xwe di ber çavan de derbas kir. Tê xwestin ku wekî destûra bingehîn a berê destûrek bingehîn a ji rêzê çêkin. Em vê qebûl nakin. Yanî perwerdeya zimanê zikmakî qebûl nakin. Wê behsa gelê Tirk, dîsa cih bigire. Wê dîsa qala tekparêziyê bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê jî hêviyên me kêm bûne. Em ê di lijneyên xwe yên rayedaran de paşvekişîna ji komîsyonê binirxînin. Em ê vê biryarê bidin."
'NÎQAŞÊN TEVLÎBÛNA HILBIJARTINAN A BI HDP'Ê RE TÊN NÎQAŞKIRIN'
Demîrtaş, destnîşan kir ku têkildarî hilbijartinên herêmî de jî wan Komîsyonên Rêxistinkirin û Diyarkirina Namzetan ava kirine û ev komîsyon ji 25 kesan pêk tên. Demîrtaş, da zanîn ku nûnerên saziyên civaka sivîl, çapemenî, jin û ciwanan jî dê van komîsyonan de cih bigirin û wiha domand: "Komîsyonên me dê li 7 bajarên cuda û navçeyên wan bajaran xebatên lêkolîneke berfireh bikin. Di encama van lêkolînên, civakî, aborî û siyasî de em ê li gor encaman namzetên xwe diyar bikin. Li gel vê em ê ji bo diyarkirina namzetan pêşhilbijartinan li dar bixin. Em ê sindoqan deynin û bi dengên gel namzetan diyar bikin. Me biryar giritye ku li Kurdistanê li ser navê BDP'ê tevlî hilbijartinan bibin. Lê em li metropolan nîqaşa gelo em bi BDP'ê an HDP'ê tevlî hilbijartinan bibin, dikin. Di vî warî de hîn tu tişt diyar nebûye. Di nava çend rojan de ev yek dê diyar bibe."
'LI SER NAVÊ BIRÊZ OCALAN WÊ CIVÎN WERIN LIDARXISTIN'
Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi taybet silavên xwe ji gelê Gever û Colemêrgê re şandibû. Wî digot ku gel baş xwedî li biryara wî derketiye, divê em li ser navê wî biçin û spasiyên wî ji gel re pêşkeş bikin. Partiya me dê plansaziya van civînan bike. Em ê li her derê silavên Ocalan ji gel re pêşkêş bikin, civînan li dar bixin. Bi taybet nameyên ji Gever û Colemêrgê hatine şandin gihiştibûn destê birêz Ocalan. Silavên taybet û germ ji gelê Colemêrg û Geverê re şandiye. Ocalan got ku ji van nameyan gelekî tesîr bûye. Ocalan ji me re wiha got, 'Gelê Colemêrgê leheng e. Wan azadbûn gelekî baş fêm kiriye. Ev yek di nameya wan de hebû.'"
DIYARIYA CEJNÊ: WÊNE Û DÎMENA OCALAN
Demîrtaş, bilêv kir ku ew ê beriya Cejna Remezanê biçin cem Birêz Ocalan û ev tişt anîn ziman: "Em ê di cejnê de herin ba Birêz Ocalan. Plansaziya me wisa ye. Em ê silav û hurmetên gel ji Ocalan re bibin. Ji wî jî dibe ku em wêne an jî dimenekî bigirin. Ev jî dê ji bo gelê me bibe diyariya cejnê."
Demîrtaş, herî dawî bang li hemû kesî kir ku xwedî li Rojava derkevin.