Haya emniyetê berî 2 mehan ji 'bombeyên zindî' hebû
Ev rewş, pirsa 'gelo emniyeta ku di her kêliyê de mûxalîfan dişopîne, der heqê van şexsên ev du meh in bi gumana bombeya zindî li wan tê gerîn, çi kirine?' dixe hişê mirovan.
Ev rewş, pirsa 'gelo emniyeta ku di her kêliyê de mûxalîfan dişopîne, der heqê van şexsên ev du meh in bi gumana bombeya zindî li wan tê gerîn, çi kirine?' dixe hişê mirovan.
Tê gotin ku bombeyên zindî yên li Enqereyê komkujî kirin, kekê Şeyh Abdurrahman Alagoz ê li Pirsûsê bombeyên li ser xwe teqand Yûnûs Emre Alagoz û Mûstafa Dokûmaci yên ji koma Semsûrê ne. Derket holê ku nav û wêneyên van her du şexsan, di nava lîsteya 16 bombeyên zindî ku berî du mehan ji hemû yekîneyên ewlekarî û emniyetê re hatin belavkirin, cih digirin. Ev rewş, pirsa 'gelo emniyeta ku di her kêliyê de mûxalîfan dişopîne, der heqê van şexsên ev du meh in bi gumana bombeya zindî li wan tê gerîn, çi kirine?' dixe hişê mirovan.
Êrîşa bombeyî ya li Enqereyê, dibin komkujiyên Amed û Pirsûsê yên 5'ê Hezîranê û 20'ê Tîrmehê. Yûnûs Emre Alagoz û Mûstafa Dokûmaci yên ku weke gumanbar tên nîşandan, derket holê ku nav û wêneyên van her du şexsan, di nava lîsteya 16 bombeyên zindî ku berî du mehan ji hemû yekîneyên ewlekarî û emniyetê re hatin belavkirin, cih digirin. Di lîsteya 16 bombeyên zindî ya ku Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê ji hemû yekîneyên ewlekariyê re belav kir de, kesê bi navê Mûstafa Dokûmaci di rêza destpêkê de cih digire. Kekê êrîşkarê Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alaogz Yûnûs Emre Alagoz jî di rêza herî dawî de cih digire. Niha pirs tê kirin ku emniyeta di her kêliyê de mûxalîfan dişopîne, der barê van 16 şexsê berî 2 mehan dihatin zanîn de 'tiştek kiriye yan na, ti ji van girtiye yan na, çima beriya niha neketiye nava tevger?'
Vane Lîsteya 'Bombeyên Zindî' ku berî du mehan li yekîneyên emniyetê hat belavkirin:
1- Mûstafa Dokûmaci,
2- Haci Yûsûf Kizilbay,
3- Kasim Dere,
4- Mahmût Gazî Dundar,
5- Omer Denîz Dundar,
6- Mehmet Mûstafa Çevîk,
7- Yakûp Aktûlûm,
8- Mehmet Îşîk,
9- Mehmet Taşar,
10- Mûhammet Zana Alkan,
11- Ersal Ocak,
12- Mahmût Gazî Tatar,
13- Recep Yaman,
14- Mehmet Îşbar,
15- Salîh Kuçuktaş,
16- Yûnûs Emre Alagoz