Hava-Îşê cara dawî bang li partronan kir

Hava-Îşê cara dawî bang li partronan kir

Sendîkaya Hava-Îş ku xwe amade dike ku di 15’ê Gulanê de bikevin girevê, careke din bang li karsazan kir ku lihev bikin.

Li THY’ê di hevdîtinên peymana karê tomerî ya dema 24’emîn lihevkirinek pêk nehat û sendîkaya Hava-Îş jî biryara girevê girt. Her wiha THY’ê bangeke dawî kir.

Sendikayê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku karsazên THY’ê li şûna bikaranîna zemîna lihevkirinê ketiye riyeke bi xeter û got: “THY bi hêza desthilatdariya siyasî bawer dike û dibêje di THY’ê de girev jî çêbibe dê firîn bidomin. Bi van daxuyaniyan hewl dide rêwiyan û rayagiştî bixapîne.