Hatîp Dîcle: Ewqas ne hêsan e; divê em israra xwe ya ‘Na’yê bidomînin

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle li Saarbruckenê beşdarî panelekê bû û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Şengalê da.

Dîcle diyar kir ku, “Erdogan rûyê nû yê Enver Paşa ye” û got, “Divê em israra xwe ya ‘Na’yê bidomînin. Nabe ku em faşîzma Erdogan qebûl bikin.”

Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk Hatîp Dîcle li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê beşdarî panelekê bû got, “24’ê Nîsanê Salvegera Qirkirina  Ermenan e. Dîsa bi heman nêtê wekî ku bibêjin ‘Ez ê Kurdan jî qir bikim’ di 24’ê Nîsanê de êrîşî Şengal û Rojava kirin. 

Erdogan jî bi vaatên demokrasî û azadiyê hate ser hukim. Wekî qirkirina li ser Ermen û Suryanan a ku Enver Paşa kir, Erdogan jî dixwaze Kurdan bi vî awayî qir bike. Erdogan rûyê nû yê Enver Paşa ye. Ji ber ku êrîşên li ser Şengal û Rojava îlankirina qirkirineke nû ye.”

‘KESÊN KU GOTIN ‘NA’ PÊŞIYA ERDOGAN BIRRÎN’

Dîcle li ser referandûma bi dek û dolab jî got:

“Divê dewletên Ewrûpayê îlan bikin ku li Tirkiyeyê rejîmeke faşîst tê ava kirin. Erdogan dîktator e û Tirkiye bi dîktatoriyê tê birêvebirin.

Divê em israra xwe ya ‘Na’yê bidomînin û rê li ber faşîzma Erdogan venekin. Berdêl hene lê wê têkoşîna me bidome. Erdogan ji xeynî welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin ên wekî Kendav û Afrîkayê, nikare biçe tu welatekî din. Erdogan Serokkomarê duyemîn ê Sûdanê Omer El-Beşîr e.”

Dîcle got ku, “Ez 15 salan di girtîgehê de mam. Hevalan ji min re gotin ku ‘tu êdî 60 salî yî, piştî vî emrî nekeve girtîgehê, a rast biçe derveyî welat’. Li ser daxwaza wan ez hatim Ewrûpayê, lê hûn ê bibinîn ku wê hindik Kurd serî li îltîcayê bidin. Hevalên me berdêlên giran siyasetê dikin û ew ê bikin jî.”