Hasan Gulbahar hat girtin

Hasan Gulbahar hat girtin

Welatiyê bi navê Hasan Gulbahar ê 30 salan di girtîgehê de ma û berî niha bi çend mehan hatibû tehliyekirin, careke din hat girtin.

Gulbahar ê di çalakiyên li Mersînê yên ji bo piştgiriya ji Kobanê re hat girtin şand Girtîgeha Tîpa E ya Mersîn.

Hat ragihandin ku Gulbahar ji ber "tehliyeya bi şert” hatiye girtin.

Gulbahar ê 30 salan di girtîgehê de ma piştî qanûna pêvajoya darizandinê ji 10 salan daket 5 salan, bi saya kampanyaya heval û dostên xwe hatibû tehliyekirin.