Haran û Karav li Moskowayê hatin bîranîn: Em ê li ser şopa wan bin
Gerîlaya YJA Starê Haran û şervanê YPS'ê Karav li Moskowayê hatin bîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Haran û şervanê YPS'ê Karav li Moskowayê hatin bîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Zozan Dozdar Haran (Stêrk Serdar) û şervanê YPS'ê Bariş Karav (Rêber Rojhat) li paytexta Rûsya Moskowaê hatin bîranîn.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li merasîma bîranînê ya li Mala Kurdan axivî û got, "Bavê hevala Stêrk jî şehîd e. Her wiha di nava malbata wê de gelek şehîd hene. Hevala Stêrk li Şengalê, hevalê Rêber jî li dijî artêşa Tirk li Wanê di şer de şehîd bû."
Cotkar da xuyakirin, ku berdêla wê giran jî be, weke gelê Kurd ew ê ji sedî sed azad bibin û işaret bi berpirsyariyên di vê pêvajoyê de dikeve ser milê her kesî, kir. Cotkar got, "Ev her du malbatên me yên hêja di asta herî bilind de bi vê berpirsyariyê rabûn û zarokên xwe şandin nava refên têkoşînê."
COTKAR: EM Ê BI RUHÊ BÊRÎTAN LI BER XWE BIDIN
Cotkar di dewama axaftina xwe de gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîr anî û got, "Di ser şehadeta wê re 24 sal derbas bûn. Di nava vê demê de bi sedan şopdarên wê derketin serê çiyê û şehîd bûn. Hevala Bêrîtan bû xeteke berxwedanê. Kurd hê jî li çar parçeyan tên kuştin. Em ê weke gel heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê bi ruhê Bêrîtan li ber xwe bidin. Ti hêz wê li pêşiya azadiya me nikaribe bibe asteng."
HARAN: DA SER ŞOPA BAVÊ XWE
Zozan Dozdar jî di merasîmê de pismamê xwe Ferhat Haran bibîr anî û got, "Di şexsê hevalên Stêrk û Rêber de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim. Hevala Stêrk hê 3 salî bû, bavê wê şehîd bû. Bavê xwe qed nedît, nas nakir. Lê belê xwe ji têkoşîna bavê xwe venegirt. Ala bavê xwe hil da. Niha jî hevalên Stêrk têkoşîna wê dewr digirin. Lehengên gelan hene, lehengên me jî şehîdên me ne. Ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna wan bidomînin, li ser şopa wan bimeşin."
XAL KARAV: SERÊ ME BI WAN BILIND E
Xalê Bariş Karav Unal Balka jî da xuyakirin ku gelê Kurd xwedî artêşeke şehîdan e û got, "Serê me bi wan bilind e. Rojhat di emrekî ciwan de tevlî nava şoreşê bû. Hê 18 salî bû. Ne tenê şehîdê me malbatê ye, ew şehîdê Kurdistan û gelê Kurd e. Ji bo bîranîna wan Rêbe Apo wê azad bibe û em ê Kurdistana azad ava bikin."
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.