Hamzaoglû: Em ê bi ser bikevin!

Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû ji Girtîgeha Sîncanê name şand ji civîna Meclîsa Giştî ya HDK’ê û got, “Teqez em ê bi ser bikevin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 8’emîn civîna Meclisa Giştî ya Serdema duyemîn, li Otela Hîll a Taksimê pêk anî. Li salona civînê pankartên “Rengê Azadî û Berxwedanê Jin e" û “Ji bo bihara gelan HDK heye" û “1 Gulan, têkoşîn û piştevanî ye" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û gelek endamên HDK'ê tev li meclîsê bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Lijneya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglû, axaftina destpêkê kir û diyar kir ku Tirkiye û Rojhilata Navîn de pêvajoyek pir tarî re derbas dibe û wiha got: "Ji bo têkoşîna gelan bitepisînin, çi ji destê wan tê dikin. Li pêş me 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 1'ê Gulanê heye. Ji bo yekîtiya gelan pêdivî bi HDK’ê heye."

Piştre nameya Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû hate xwendin a ku ji Girtîgeha Sîncanê ji civîna Meclîsa Giştî ya Serdema duyemîn re şandibû. Hamzaoglû, di nameya xwe de wiha got: “Rojbaş, Gunaydın, Sabahul Hayr, Paley Avez, Kalimera; heval û dostên min. Ez bi hestê ji dil we silav dikim. Ji bo HDK bibe sazî û xwe bi rêxistin bike û mezin bibe, pir girîng e ku biryarên xwe têxe meriyetê. Biryarên ku me di 8'emîn serdema Meclîsa Giştî de girt, divê em betal nekin. Ji betalkirinê wêdetir divê teqez em biryarekê jî taloq nekin û tevan têxin meriyetê. Pêvajoya me ya ku em bi çarpiyan bimeşin bi dawî bû. Em rabûn ser piyên xwe û divê êdî em li ser piyên xwe bimeşin û baz dibin. HDK xwedî hevpar û pêkhatiyên bi tecrûde û têr û tije ne. Em bi hev re dest, mil, dil û aqilê xwe bikin yek, em ê vê tariyê ronî bikin.

Dostên heja, plana ku em bi hev re çêkin divê em bi hev re jî têxin meriyetê. Ger ku em bi hevre planên xwe têxin meriyetê em ê tariyê ronî bikin. Tişta ku em têxin meriyetê ne tenê ji bo HDK'ê, ji bo hemû hêza mûxalif a Tirkiyeyê wê pir girîng û watedar be. Keda kolektîf a kongreya me, wê ji bo her kesî bibe ronahî û der û dora xwe ronî bike. Em ê bi aqil, dil û hêza mil tariyê ronî bikin.

Teqez em ê bi ser bikevin. An serkeftin, an serkeftin, an serkeftin.”