Hamzaoglû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir

Hamzaoglû diyar kir, dîlgirtiyên têkoşîna ked, azadî, aştî û sosyalîzmê ji bo rakirina tecrîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê ye, bedena xwe dane ber birçîbûnê û di serî de Leyla Guven hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû li 9. Civata Giştî ya HDK'ê axivî û diyar kir, Tirkiye ji aliyê desthilatdariyeke tarî ve tê birêvebirin.

Hamzaoglû, jin, zarok û karkerên sala 2018'an li Tirkiyeyê hatin kuştin bi bîr xist û bal kişand ser desteserkirina 94 şaredariyên Kurdan.

Hamzaoglu got, "Vê desthilatdariyê di sala 2015'an de yekemcar di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de hilbijartin nas nekir. Bi qedexeyên derketina derve re li bajarên Kurdan mafê jiyanê, mafê tenduristiyê, mafê perwerdeyê hatin binpêkirin."

Hamzaoglû anî ziman, parlament di dema vê desthilatdariyê de bêhêz bûye û got, "Şexsekî bi tenê biryarê li ser her tiştî dide. Partiya xwe jî tine kir. Êdî ne tenê mûxalefet nîne, partiyeke desthilatdariyê jî nîne. Tenê şexsek heye."

Hamzaoglû diyar kir, di dawiya Civata Giştî de wê wezîfeya Hevberdevkiya HDK'ê dewr bike û dîlgirtiyên têkoşîna ked, azadî, aştî û sosyalîzmê ji bo rakirina tecrîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê ye, bedena xwe dane ber birçîbûnê û di serî de Leyla Guven hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.