Hamî: Ji bo vegera Efrîniyan divê NY bi erka xwe rabe

Ji rayedarên Bakurê Sûriyeyê Jamîle Hamî, ji bo Efrîniyên li Şehbayê karibin bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku li qada navneteweyî bernameyeke ewlekariyê amade bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Jamîle Hamî helwest û polîtîkaya Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî û hêzên navneteweyî yên li ser penaberên li Rojava ji ANF'ê re nirxand.

'JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Hamî bi bîr xist, li herêma Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 13 kampên cuda yên penaberan hene û diyar kir, di serî de Neteweyên Yekbûyî saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî alîkariyeke cidî ji bo van kampan nakin.

Hamî ragihand, rêveberiya xweser û Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê didin mirovên li van kampan û diyar kir, "Neteweyên Yekbûyî bi rêk û pêk alîkariyê digihîne penaberên li gelek deverên Sûriyeyê. Lê belê rewşa penaberên li herêma Federasyona Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ji nedîtî ve tê."

'ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ÊŞKENCEYÊ LI EFRÎNIYAN DIKIN'

Hamî bal kişand ser Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man xwe li kampên li Şehbayê bigirin û rexne li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku ji bo van mirovan ti bernameyeke wan nîne. Hamî got, "Hîn gelek pirsgirêkên gelê me yê li vir hene. Ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkên giran hene. Mirovên divê bên dermankirin ne dikarin biçin Efrînê, ne jî derbasî herêmên din ên di kontrola rejîmê de ne. Kesên ku dixwazin biçin Efrînê dibin hedefa êşkenceya çeteyên dewleta Tirk. Yên dixwazin biçin herêmên rejîmê, bi hefteyan li benda bidawîbûna prosedura qanûnî dimînin. Ev yek mexdûriyeta mirovan bi du qatî zêde dike."

'BERNAMEYÊN DEMKURT ÊN ALÎKARIYÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKIN'

Hamî anî ziman, hin sazî ji bo demeke kin alîkarî dane gelê li Şehbayê û ragihand, mexdûriyet bi bernameyên alîkariyên yên demkurt çareser nabe.

Hamî got, "Mal û axa van mirovan li pêş çavên cîhanê hatin dagirkirin. Hinek reviyan û rizgar bûn, lê belê jin û zarok jî di nav de bi sedan mirov hatin kuştin. Yên ku wê wextê jî xwe kerr kirin, niha jî bi erk û berpirsyariya xwe ranabin ji bo mirovên neçar mane mala xwe biterikînin bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe."

'DIVÊ NETEWEYÊN EKBÛYÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Hamî diyar kir, di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû sazî û hêzên navneteweyî divê êdî li pêşberî daxwazên gelê Efrînê bêdeng nemînin û wiha bi mijarê daket: "Tevî ku me bi dehan caran bang kirin bersiv ji daxwazên gelê me re nehate dayin. Pirsgirêka bingehîn gihandina alîkariya însanî nîne, ji xwe wê jî nakin. Pirsgirêka bingehîn ew e ku bernameyeke ewlekariyê ya hiqûqî nehatiye afirandin ku ev mirov karibin vegerin malên xwe. Eger ev yek were kirin wê mirovên me vegerin cih û warê xwe û kêm jî be mexdûriyeta wan ji holê rabe."

'DESTEKÊ DIDIN POLÎTÎKAYA KUŞTINÊ YA TIRKIYEYÊ'

Hamî anî ziman, polîtîkaya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî destekê dide polîtîkaya kuştinê ya dewleta Tirk û got, "Bi sedan penaber dema hewl dan xwe bigihînin Tirkiyeyê li ser sînor hatin kuştin. Lê mixabin li pêşberî vê yekê heta niha nerazîbûneke cidî nehatiye nîşandan. Netweyên Yekbûyî û dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe destekê didin polîtîkaya kuştinê ya Tirkiyeyê."