Malbata Dal a ji bajarê Amedê ku li Taxa Çarîklîkoy a navçeya Meram a Konyayê dijî, di 21'ê Tîrmeha 2021'an de li rastî êrîşa nîjadperestî hatibû.
Êrîş ji aliyê komeke nijadperest a ku 80 kesî pêk dihat, hate kirin û di encama êrîşa nijadperest de Hakîm Dal ê birayê Hamdî Dal hatibû qetilkirin.
Doz derbarê bersûcên nîjadperest de hatibû vekirin lê belê di vê dozê de ji êrîşkaran tenê ji kesê bi navê Mehmet Olmez re 25 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
Derbarê Hamdî Dal ê ku ji bo nijadperestên birayê wî qetil kirin belav bike neçar mabû ku guleyan berde hewayê de jî bi hinceta ‘gefxwarina bi çekê’ doz hatibû vekirin û di encama vê dozê de 3 sal û 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Piştî ku Dadgeha Îstînafê ev ceza erê kir, Hamdî Dal di 8'ê Adarê de hate binçavkirin. Piştî temamkirina kiryarên derbarê wî de wê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Konyayê re were şandin.