Halîm Dener li Hambûrgê hat bîranîn
Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30'ê Hezîrana 1994'an de dema afîşa ERNK'ê dadiliqand ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi mîtîngekê hat bîranîn.
Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30'ê Hezîrana 1994'an de dema afîşa ERNK'ê dadiliqand ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi mîtîngekê hat bîranîn.
Kurdistanî û antî faşîst, ji bo bîranîna Dener li Hambûrgê li hev civiyan. Di merasîma bîranînê de daxwazên ji bo azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê careke din hatin bilêvkirin.
Mîtîng li ber avahiya Rote Flora pêk hat û wêneyekî mezin ê Halîm Dener ku dema hat qetilkirin 16 salî bû, bi dîwêr ve hat zeliqandin.
Qisekeran dan xuyakirin, ku di çîroka jiyana kurt a Dener de pirsgirêkên Kurdan ê hê nehatine çareserkirin hene û xwestin, komkujiyên li Kurdistanê bên qedandin, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê were rakirin.
Kurdistaniyên li Hambûrgê ku bênavber çalakiyan lidar dixin, roja Şemiyê saet di 15:00 de wê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" ji Hachmannplatzê ber bi girtîgeha Holstenglacîs ve bimeşin. Li vê girtîgehê du siyasetmedarên Kurd Bedrettîn Kavak û Hasan Dûtar tên ragirtin. Rûniştina dadgehkirina Kavak ê par meha Tebaxê li Bonnê hatibû girtin, wê hefteya pêş roja Pêncşemê dewam bike. Endamê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Dûtar jî di 8'ê Hezîranê de li Kopenhagenê hatibû binçavkirin û berî du rojan radestî Elmanyayê hatibû kirin.