Hakan Tahmaz: Li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya

Serokê Weqfa Aştiyê hakan Tahmaz anî ziman ku li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya ye û jinûve dîzayna Rojhilata Navîn gihîştiye asteke nû.

Serokê Desteya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku jinûve dîzayna Rojhilata Navîn a ku 7'ê Cotmeha 2023'an bi êrîşa Hamasê destpê kir, bi bûyerên dawî yên li Sûriyeyê re gihîştiye asteke nû.

Tahmaz diyar kir ku di dîzayna nû de dewletên herêmê û gelek dewletên mîna DYE, Îngilistan û Fransa bi rêxistinên cîhadîst, paramîlîter re di nava têkilî û hevkariyê de ne û got, "Li Sûriyeyê komên cîhadîst ên razayî şevekê ji nişka ve dest bi êrîşê kirin, gelek herêm bi dest xistin, li berxwedanekê rast nehatin ku ev yek nîşan dide dîzayneke pir alî û pir aktorî ya siyasî di meriyetê de ye. Ji bo diyar bibe bê pêvajo wê ber bi ku ve biçe, yan jî gotinek li ser mijarê bê gotin, divê qert ji nû ve bêne belavkirin, lê belê kevir careke din ji şûna xwe leqiya. Ji bo kevirên ji şûna xwe leqiyan careke din bêne bicihkirin, hêzên herêmî û navneteweyî çi ji destê wan bê wê bikin û li herêmê wê şerekî giran ê hêzê biqewime."

POTANSIYELA DAÎŞ'BÛYÎNA HTŞ'Ê

Tahmaz anî ziman ku HTŞ her ku têkiliyên danûstandinê bi hin hêzên herêmî û navneteweyî re datîne, hewl dide xwe nêzî serwerên kapîtalîst bike û got, "Bi vî rengî li gorî xwe weke ku hinekî ji DAÎŞ'ê cuda ye tevdigere, hewl dide xwe bi vî rengî nîşan bide. Lê belê rastî ew e ku her ku xurt bû û qada civakî û siyasî berfireh kir, xwedî wê potansiyelê ye ku bibe mîna DAÎŞ'ê. Dema ku mirov bala xwe bidin ser Talîbana destpêkê û Talîbana niha ya ku emperyalîstan bi destê xwe Efganistan radestî wan kir, wê bê fêhmkirin bê mebesta min çi ye."

'MESELEYA TIRKIYEYÊ DESTKETIYÊN KURDAN E'

Tahmaz diyar kir ku Tirkiye têkiliya xwe ya organîk a bi HTŞ'ê re red dike, lê kes jê bawer nake û got, "Dinya hemû zane ku Tirkiye piştgiriyê dide SMO ku ew jî di êrîşan de bi HTŞ'ê re tevdigere. Êrîşa li dijî Kurdan îdîayên dewleta Tirkiyeyê hîn bêhtir lawaz dikin. Ji xwe Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û hevkarê wî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di daxuyaniyên xwe yên têkildarî vê mijarê de nîşan dan ku meseleya Tirkiyeyê destketiyên rêveberî û siyasî yên heyî yên Kurdan e. Kêfxweşiya desthilatdariyê ya ji ber windakirina Kurdan a li Sûriyeyê, vê nêta wan radixe pêş çavan."