Hackerên Kurd biboneya salvegera PKK’ê gelek malper hack kirin
Hackerên Kurd biboneya salvegera PKK’ê gelek malper hack kirin
Hackerên Kurd biboneya salvegera PKK’ê gelek malper hack kirin
Koma hack ya binavê Coldhacker ya Kurdan biboneya 35’mîn Salvegera Damezirandina PKK’ê gelek malperên Tirk hack kirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Coldhackerê ve hatî dayîn ragihandin ku, biboneya 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê gelek malperên Tirk hack kirine. Weke din jî aşkera kirin ku, ev çalakî ji ber kesên 19’ê Kanûnê dêbêne darezandin û tê îdîakirin endamên Coldhackerê ne jî hatiye kirin.
Komê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em salvegera damezirandinê li Rêbertiyê û hemû tevgera PKK’ê pîroz dikîn û hemû şehîdên ku bicanê xwe em anîn van rojan birêz bibîrtînîn. Em soz didin ku em dê bîranînên şehîdên xwe bidin jiyan kirin. Tu hêz nikare ciwanên Kurd, ciwanên Apoyî têk bibin. Em dê jib o gelê xwe li her derê bin. Em dê ji bo hemû kesên li dijî gelê kUrd û dewleta Tirk bibin bersiv.”
Di nava malperên ku Coldhackerê hack kiriîn ev hene: “Serokatiya AkP’ê ya Hendekê, Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Beylîkduz, Koordînatoriya Ezmûna Qeyseriyê ya OSMY, Komeleya Fikiri ya Ataturkparêz ya Zanîngeha Erciyesê, Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Erciyesê, Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Erciyesê û malperên din yên Zanîngeha Erciyesê, Qulîba Çand û Zanînê ya Cîhana Tirkiyeyê, Hewildana Cîhana Kar KOBÎ, Koma Yelken ya Stenbolê, Enstituya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kocaeliyê, Servîsa îlanê ya Rojnameya Hurriyetê, Ajansa Reklamê ya Rojnameya Hurriyetê.