Guven hişyarî da: Wê li girtîgehan qetlîam pêk bê!

Hevseroka KCD Leyla Guven hişyarî da divê ku divê sererastkirina înfazan wekhevî be û got: “Xetayekî stratejîk e, dibe bibe sedema mirina sed hezaran.”

Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leya Guven, li ser navê Navenda Koordînasyona krîzê ku bi armanca xebatên ji bo vîrusa koronayê bên kirin hat avakirin û gelek rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de cih digirin, daxuyaniyek da. Guven, têkildarî sererastkirina înfazê ya têkildarî girtiyên di bin rîsqê de ku tê payîn bê meclise, axivî.

LI GIRTÎGEHAN TENDURSITÎ NÎNE

Guven, diyar kir ku girtîgeh ji bo îfadekirina rengê rêveberiya welatekî qadên herî baş in û wiha got: “Li girtîgehan 300 hezar mirov hene. Di nav van mirovan de ji 7 saliyan heta 70 saliyan kesên ku bi nexweşînên kronîk ketine hene. Di rêza yekemîn de dewlet ji van mirovan berpirsyar e. Dewlet ji ber ku van mirovan girtiye, neçar e ku bi her tiştên wan re mijûl bibe. Lê mixabin tI carî wiha nebûye. Mirov bi derfetên xwe li girtîgehan dijîn. Ez jî weke keseke ku 6 salan di girtîgehê de mame, dipirsim; li kogûşeke biçûk gelek kes bimînin Wê kîjan bergirî bên girtin? Mekanîzmayeke ku ji xwedîkirinê bigire heta pisgirêkên tenduristiyê çareser bike tIneye. Timik neçar dimînin ku bi kêmasî û bêderfetiyan re bitêkoşin.”

DI BIN GEFÊN MEZIN DE NE

Di berdewama axaftina xwe de Guven baL kişand ser sererastkirina înfazê ya nû û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ji ber vîrusa koronayê girtî di bin talûkeyeke mezin de ne. Divê ev talûke bê dîtin, dewlet û rayedar sererastkirina înfazê ku anîne meclisê samîmî binirxînin. Bê guman hêviya samîmiyetê ya ji dewletan nepekan e, lê em rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, neçarin ku ji bo sererastkirin hemû girtiyan bihewîne nav xwe di nav têkoşînê de bin. Divê ku dewlet di vê mijarê de şaşî neke. Xetayeke stratejîk wê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî. Wê dewlet nikaribe hesabê vê yekê bide. Wê weke komkujiyek derbasî rûpelên dîrokî bibe.”

BANG

Guven, di dawiya axaftina xwe ev bang li rayedaran kir: “Ji bo ku ev tişt çênebin, pêwistî bi sererastkirineke qanûnî ya wekhev û bêcudahî heye. Divê sererastkirineke ku gelên Tirkiyeyê bêrî kirine bê çêkirin. Em careke din dubare dikin ku dê telafîkirina xeteyeke herî biçûk a vê miajrê jî wê çênebe. Em ê jî weke hêviya bi sed hezaran kesên girtî bilindkirina dengê xwe berdewam bikin.”