Gunyelî: Kurd cara yekemîne evqas nêzî avabûna yekîtiya demokratîkin

Gunyelî: Kurd cara yekemîne evqas nêzî avabûna yekîtiya demokratîkin

Li bajarê Graz a Awûstralyayê siyasetmedarê Kurd Suleyman Gunyelî di civîna gel de axivî û diyar kir ku, gelê Kurd di dîrokê de cara yekmîn nêzî avakirineke demokratîkin.

Li bajarê Graz a Awûstralyayê duh civîneke gel pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Suleyman Gunyelî tevlî civînê bû.  Di civîna ku li Înformatîonszentrum a Kurdistanê pêk hat de Gunyeli 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Gunyelî balkişand ser rola jinê ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê de û piştre hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin nirxand.

Gunyelî da zanîn ku, niyeta dewleta Tirk a çareseriyê tuneye û got geşedanên Rojava, têkoşîna ku tevgera azadiya Kurdistanê di 2012’an de daye û berxwedanên girtîgehan Tirkiye ji bo hevdîtinan daye zorê.

Gunyelî destnîşan kir ku, gelê Kurd di dîrokê de cara yekemîne ku nêzî avakirineke yekitiya demokratîke û got: “Ocalan ji vê yekitiyê re pêşengiyê dike.  Gelê Kurd nêzî azadiyê ye. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk hatiye avakirin. Gelê Kurd li her derê ji bo ku qezencên Rojavayê Kurdistanê mayînde bibe divê têbikoşe.  Dewleta Tirk ji bo çareseriyê ne amade ye. Ger amadebûna dê protokolên Osloyê îmze kiriban. Di vê pêvajoya hevdîtinê ya didome de aliyê Kurd bi xwe bawere.  Her çiqas ku niha çareserî di rojevê de be jî pratîka dewleta Tirk li holê ye. Tevgera azadiya Kurd ligel hemû tiştî divê alternatîfên xwe amade bike.”