9 gundên girêdayî navçeya Seferîhîsar ya Îzmîrê, bi Zagona nû ya Bajarên Mezin naxwazin gundên wan bi bajaran ve bêne girêdan û bibin tax. Gundiyan ev pêkanîn protesto kir.
Li gel Zagona Nû ya Bajarên Mezin li Tirkiyeyê 16 hezar gund bi bajaran ve têne girêdan û dibin taxên bajaran.
9 gundên girêdayî navçeya Seferîhîsarê, Şaredariya Seferhîsarê û Baroya Îzmîrê li dijî hikmê şexsî yê gundan ku bi zagona dawî derket, li ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Îzmîrê kombûn û çalakiya protestoyî pêkanîn.
Daxuyaniya ku li ser navê gundiyan hate kirin, hate ragihandin ku ew naxwazin bi bajarên mezin ve bêne girêdan û bertek nîşan dan ku, wargehên herî dîrokî bêne talankirin.
‘DEWLET XAKÊ TALAN NAKE, DIPARÊZE’
Piştre têkildarî mijarê Seroka Baroya Îzmîrê Sema Pektaş da diyarkirin ku, zagona ku ketiye meriyetê li dervey Makezagonê ye û got; “Ev zagon hem derveyî Makezagon û rêgezên demokratîke. Li cihên ku hikmê şexsî heyî bêy ku şêwirî rûniştvanê wê derê nekin nikarin tiştek wisan bikin. Neçariyek ya dewletê ya parastina xakê heye. 16 hezar gund di carekê de ji holê rakirin, xwe ji vê berpirsyartiyê xilaskirine. Pêwîste ji demekê zûtir ev zagon were betalkirin.”