Gundiyan li hemberî koma çekdar ji YPG’ê alîkarî xwest

Gundiyan li hemberî koma çekdar ji YPG’ê alîkarî xwest

Li Rojavayê Kurdistanê, li gundê Basutê ku girêdayî Efrinê ye, piştî ku gundiyan ji hêzên YPG’ê xwest ku koma çekdar a ketiye gund derxînin, heyetek YPG’ê daxwaza derketinê ji komê kir. Lê dema kom ji gund derdiketin 2 endamên heyeta YPG’ê dîl girtin. Piştî ku hewldanên berdanê encam nedan, YPG’ê mudale kir û pevçûn derket. Di encamê de ji komê 3 kes hatin kuştin û 20 jî hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin,bûyer wiha qewimî: Komek çekdar a bi nave Bazên Azadiyê ku tê gotin girêdayî Partiya Azadî (Ya girêdayî Mustafa Cuma) ket gundê Basutê yê girêdayî bajarê Efrînê. Li ser vê yekê gundiyan ji YPG’ê  xwest ku komê derxînin. YPG’ê jî heyetek şand gund û ji komê xwest ku derkeve. Koma çekdar jî ji gund derket, lê li derketina gund, li ser riya gundê Birc Ebdalo ku kîlometreyekê dûrî gundê Basutê ye 2 endamên YPG’ê ku di nava heyetê de bûn, dîl girtin.

Piştî dîlgirtinê, YPG’ê bi riya rûsipiyên herêmê xwest ku endamên wan bêne berdan. Lê tu encam nehatin girtin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê mudaxeleyî koma çekdar a ku çûbû gundê Birc Ebdaloyê, kir. Di encama pevçûna derket de 3 êrîşkar hatin kuştin û 20 jî hatin girtin û 2 endamên YPG’ê hatin rizgarkirin.