Gundiyan destûr neda santrala termîkê

Gundiyan destûr neda santrala termîkê

Li navçeya Soma ya Manîsayê ji bo çêkirina sêyemîn santrala termîkê Koma Şîrketa Kolîn di nîvê şevê de bi lez û bez lez dest bi xebatên birîna daran kir û  di encama bertekên gel de hate rawestandin. Gundiyên Yirca pêşî li maşîneyên kar girt û zeytûngehan nobetê digirin.

Li gundê Yirca ya Somayê ji bo santrala termîkê bê çêkirin bi lez û bez xebat hatin destpêkirin û zeytungeh dan şîrketê. Li ser vê gundiyan diyar kirin ku nikare bê cemawerîkirin û xwestin ev kar bê sekinandin.

PÊVAJOYA DADGEHÊ BERDEWAM DIKIR LÊ KOMKUJÎ PÊK DIHAT

Di dema berdewamkirina pêvajoya dadgehê de duh êvarê sê kepçe ketin eraziyê û 13 dar birîn. Li ser vê gundiyan civînek pêk anî û qada zeytungeh xistin bin parastinê. Gundiyan xwe avêt ber maşîneyên kar.

GUNDÎ DARÊ XWE DIPARÊZIN

Gundiyên Yirca heta sibehê nobet girtin û  bertek nîşanî pêkanînê dan. Gundiyan diyar kir ku ew baxçeyên zeytunan nadin şîrketan û gotin ku bi salan ked dane û vê yekê qebûl nakin.

NE QEYMEQAM WEK BERDEVKÊ ŞÎRKETÊ YE

Qeymeqamê Somayê Mehmet Bahattîn Atci ku îro bi rayedarên şîrketê re hat gund, pesnê santrala termîkê da û rastî berteka gundiyan hat.