Gundekî dûr ên Kurdan

Gundekî dûr ên Kurdan

Dema tê Kizilayê û kevirek radibe

Û ji wir jî dema li gund dinêr

Gelek xweş dibe

Ji ber wê jî ez ji Zîlanê hez dikim"

Di nava çiyayên torosê de, di derketina çemê gelî de gundek heye. Gun girêdayê navçeya Aksekiya Antalyayê ye. Navê gund Zîlane... di derbeya leşkerî ya 1960'an de navê wê guhertin û kirin Gumuşdamla. Zîlaniyan di derbarê paşarejo gund de tiştek nizanibin jî dan zanîn ku ew 400 sal berî ji herêma Rojhilata Navîn koçî gundê Zîlan kirine. Ji bo kişandina mişextkirina riya Kurdan em derketin riyan û em hatin vî gundî. Me di destpêkê de fikirî kurdên ku ji qetliyama gundê Zîlan a Ercîşê hatine sirgûnkirin koçî vêderê kirine û navê Zîlan Zîlanê . Dema em hatin gundê Zîlanê rastî tiştên cûda hatin.

DI DÎROKÊ DE NAVÊ ZÎLAN

Li gorî hin aliyên Kurdologan ku li ser eşîran xebatan dikin, diyar dikin ku li bakûrê Kurdistanê du konfederasyon hene; Mîlan û Zîlan, ji ber wê jî tê gotin ku ên li li cihên cudabin jî navê warên xwe dikin Zîlan û Mîlan. Li Amed, Êlih û Sêrtên mirov dikare rastî gundê binavê Zîla were. Di heman demî de jî li navçeya Ercîşa Wanê jî Geliyê Zîlan heye û ev nav piranî jî ku di sala 1930'an de komkujiya Geliyê Zîlan pêk hatibû tê nasîn. Vê carê jî gundê Zîlan ji Kurdistanê bi hezar kîlometre dûr ve di nava çiyayên Torosê de tê pêşberê me. Tiştek balkêş jî newala ku di nava gund de jî derbas dibe navê wê Newala Zîlana Ahalî ye û çavkaniya Şelaleya Manavgatê ye.  

Li gor gundiyan du malbatên berê ji navçeya Seydîşehîra Konyayê hatine û navê gund kirine Zîlan. Di roja me ya îro de jî yên ku ji van malbatan mane piştnavê 'Zîlan, Zîlanli' bikar tînin. Mînakê vê yekê jî hin gundî piştnavê wan Hasan Zîlan, Salîh Zîlan e. Dîroka Kurdên Zîlan pir kem ne.

Ji bo ku masiyên deqsor di çem de bibinîn bi sedan kes hatine vêderê. Min ji dayîka ku li serê wê kofî hebû ya li ser holika ku li ser gola masiyên deqsor ya ku li ser dara çinarê hatibû avakirin rûniştî pirsî: “Jinê gundê me yên kal vana didin serê xwe. Li vê heremê  ji derveyî vana hûn li serê tu kesên din nabîn in. Kevneşopiyên gundê me ji yên heremê cudatir e. Mesela di rojên cejnê de çûyina malan ya xwarinê… Jixwe li gund du tax hene. Di cejnekê de ji dibin mêvanên taxa jor. Di cejneka din de jî dibin mêvanên taxek din. Niha gelek kevneşopiyên me hene. Rojekê ez çûm Aksekî yê, rastî malbateka ku ji Êlihê hatibûn bûm. Ew jî ji eşîra Zîlan bûn. Em ketin nava sohbetê. Gelek kevneşopiyên me dişibiyan hev.”

Em ji gundê xwe gelekî hezdikin. Em li hemberî çêkirina HES’a ne. Me gelekî pêre axivî lê me nekarîbû rawestanda. Hozanekî me heye. Peyvên wî hertim di guhên me da ye. Dibêje: “Ji aliyê Cevizliyê dema dikevî rê

Dema tê Kizilayê û kevirek radibe

Û ji wir jî dema li gund dinêr

Gelek xweş dibe

Ji ber wê jî ez ji Zîlanê hez dikim"

ÇARENÛSA KURDAN KOÇ Û HESINKARIYE

Kalên ku li çayxaneya gund rûdiniştin qala sedema kêmbûna nufûsa ku ji koçê pêkdihat dikirin û gelekî heyfdarbûn. Gundê Zîlan, ku di serî de li navenda  Antalya bigre heta koç daye gelek cihên din. Gundî di serî de sewalkarî û rezvaniyên dikin. Li aliyê din gund bi gûz û titiyên xwe navdar e. Di demê borî de li gund dikanên hesinkariyê jî hebûn e. Hesinên ku li van dikanan dikirin şûr, qame, kêr û hwd. Ev hesinkarî heta 50-60 sal berê jî didomiya. Bav û kalê min jî hesinkar bûn.”

Ev hemû metîn û li gorî çavkaniyên din dîrokvanên tirk Zîlan kirine ‘Tirk’ di destpêkê de di sala 1071’an de anîn Anatolyayê piştre di dema Yavuz Sultan Selîm pişt re dîsa rê dikin Kurdistanê.

Fikra sereke ya gundiyan ewe ku digot em ji ‘Rojhilat’ hatine lê em ne kurdin û Zîlanî jî ‘eslê xwe Tirkin.’ Divan sinavê ku me li jor behsa wan kirî piştî derbeya 12’ê Îlonê dîroknasên Tirk ji bo ku kurdan înkar bikin nivîsîne û ev yek di pirtûkê de hatiye nivîsîn. Keyayê gund Muharrem Mendeş ezayê wî Mehmet Kul diyar kirin ku asîmîlasyon du fêkiyên wê yên bi êş hebûn. Wiha got: “ Navê gund yê berê weke Zîlan derbaz dibe. Pişt re guhertine kiribûn Gumuşdamle. Pêşeroja gund ji dîrokek dûr û dirêj tê. Dibêjin ji Rojhilat hatine.  Di sala 1960’an de  piştî guhertinên ku hatin kirin navên berê hemû hatin guhertin. Navê gundê mejî Zîlan bû. Heta ku di nifûsa mina cuzdanê de jî cihê dayikbûnê Zîlan hatibû nivîsîn. Li gorî hinek xwendinên min li gorî qenaeta min derbazbûya vî gundî 500-600 sale. Ji ber ku hinek qeydên dîrokî viya pişt rast dikin. Ez teqez bawer nakim ku eşîreta Zîlan yan Tirk yan jî Tirkmenin.

DI ÇEMÊ ZÎLANÊ DE HES TÊ AVAKIRIN

Di çemê ku dinava gundê Zîlên de derbaz dibe dema ku gundî li ber mîkserên betonê re derbazbûn û pirsîn fêrbûn ku ji yekê zêdetir HES hatine avakirin. Aktivîstên derdorê herçiqasî ku çend caran çalakî pêk anîn jî qedera çem ne hatiye guhertin. Çaya Manavgatê çaya herî xweşe û xweşikbûna xwezayê çemê Zîlanê êdî êdî ziwa dibe.

Li gor vegotina dîroknas Şîkarî, Kurd di salên 1300’an de li Konyayê bi cîh dibin Selçûkiyan di şûran de derbas kirine û 2 sal serdest bûne. Koçkirina kurdan li Torosan Rojavayê Anatolyayê dibe di van dîrokan de pêk hatiye. Li gorî metînên Şikarî artêşa Haçli ku li gel Karamanoglu li derdora Antalya şerdikirin û artêşa misilman ku ji Turkmenan pêk dihat jî ‘Deh hezar leşkerên Kurdistanê’ hebûn. Li gorî heman dîroknasê ku ragihandî kelha Gulnar û kelha Antalya yê ji bo ku ji Bîzansan werbigirin dinava artêşa ku êrîşkirine de “ Begê Sêwasê Haci Bahadir” û heşt hezar ‘ Dilawerên Kurdistanê jî hebûn.