Gundê ku negot 'erê' bê elektrîk hiştin
Gundê Karahîsarê yê girêdayî navçeya Sêrê ya Wanê, ji ber ku trafo şewitiye ev mehek e bê elektrîk e.
Gundê Karahîsarê yê girêdayî navçeya Sêrê ya Wanê, ji ber ku trafo şewitiye ev mehek e bê elektrîk e.
Gundiyên Karahîsarê yên girêdayî Sêrê ya Wanê ji bo tamîra trafoyê elektîrîkê çûne TEDAŞ’ê û ji vir jî çûne Serokatiya Bajêr a AKP’ê, Serokê Bajêr ê AKP’ê Zahîr Sogandan got, "Eger hûn di referandûmê de bibêjin 'erê' em ê elektîrîka we çêbikin." Ji ber ku gundiyan ev qebûl nekir, gundî bê elektrîk man.
Li gundê Karahîsar ê Sêrê yê Wanê ji ber ku trafo şewitîne gundî ev 2 meh in bê elektrîk in. Beriya bi du mehan peywirdarên TEDAŞ’ê xwestin ku saeta elektrîkê ya gundiyan bi dîrekan ve bikin lê gundiyan destûra vê neda. Ji ber ku gundiyan destûr neda, TEDAŞ’ê ev xebat taloq kir, lê ji ber ku trafoya gund şewitî hemû gundî bê elektrîk man.
Ji bo vê jî gundî pêşî çûne VEDAŞ a Sêrê û xwestin ku pirsgirêka wan çareser bibe. Lê rayearên VEDAŞ’ê gotin ev ne berpirsyariya wan e û dive ew biçin Wan VEDAŞ’ê. Rayedarên VEDAŞ’ê jî gotin 'vê pirsgirêkê Serokê AKP’ê yê Bajêr dikare çareser bike' û berê gundiyan da wir.
Gundî çûne cem Serokê Bajêr ê AKP’ê Zahîr Soganda. Soganda gote gundiyan "di referandûmê de dengê 'erê' bidin em ê pirsgirêka we çareser bikin." Gundiyan ev daxwaza red dikirin û Soganda jî got, 'hûn û kêfa xwe'.
Gundiyan gotin ew ê destûrê nedin ku qutbûna elektrîkê bikin fersend.
Li gundê Karahîsarê ev mehek e elektrîk nîn e û diyar e ku gundî wê serê xwe ji şantajê re netewînin û nebêjin, 'erê'.