Gunay: Wê 2021 ji bo kedkar, bêkar û hejaran salek pir dijwar be

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a ku di hevdîtinên bûtçeya sala 2021’an de axivî, got ku wê 2021 ji bo kedkar, bêkar û hejaran bibe salek pir dijwar.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, di Saziya Giştî ya Meclîsê de li ser bûdçeya sala 2021’an axivî. Gunay diyar kir ku hevdîtinên bûtçeyê di nava şert û mercên şewbê de pêk hat û got; “Weke tê zanîn bandoriya hebûn û tunebûna şewbê ji aboriyê heta jiyana civakî, ji perwerdê heta edaletê bi şêweyek ciddî heye.”

Gunay a teqez kirî ku desthilat krîzên nû ava dike û anî ziman ku bûtçeya sala 2021’an weke bûtçeya sala berê ye û vê weke bûtçeyek nû tîne Meclîsê. Gunay wiha got, “Weke di bûtçeya hatî pêşkêşkirin de tê dîtin, bûtçeyê maf xesp kiriye, tenê di derbarê Sarayê de guhertin çêkiriye. Ne ji gel, ji Sarayê, şer û alîgiriyê re ya tê karanîn, em rû bi rûyê ne ya ji bo me hemûyan ji sedan 1 bûtçeya tê karanîn re ne. Li gorî vê bûtçeya Sarayê; bûtçeya mêtîngeriya kedê, bê edaletiya dahatê, wekheviya herêman, qetlîama xwezayê û cûdakariya di nava zayendan de ye. Ne bûtçeya gelan e.”

Gunay wiha gotinên xwe dom kir; “We welat bi Lûksîtî, israf û hejariyê tejî kir. Hejariya ku ji ber talan û xespkirina rejîma qayûm li Mêrdînê hatî kirin, di dîroka Tirkiyê de tiştek wiha ne çêbûye. We hejarî kûr kir. Rêjeya herî bilind a hejariyê jî li herêmên bajêr heyî derdor sedan 20-30’e. Jin jî di nav de ev rêje dibe ji sedan 43.”

Gunay anî ziman ku sala 2021’an wê ji aliyê kedkar, bêkar û hejaran ve bibe salek pir zor û got, “Bûtçeya sala 2021’an wê tercîhan bigûhere; em dikarin bikin bûtçeyek ku bibe alîgirê ked, aşitî, wekheviya zayendî, parastina tendirustiya gel û ya xweza parastinê ku hemû pêwîstiyên welatiyan bixe di bin elekariyê de, bê edaletiya dahatê kêm kirin û kêmkirina newekheviya li herêman. Ji ber vê sedemê em li vir em carek din Bûtçeya Gel pêşniyar dikin û em ê parastina vê bûtçeyê jî dom bikin.”

Gunay bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên ku li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê dest bi grevê kirîn jî û wiha got, “Polîtîkaya tecrîdê ya herî giran, li girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn. Li tu zagûnek ê hiqûqa gerdûnî de pêkanînên keyfî û ji derveyî mirovhiyê, li sîstema Îmraliyê ya ku polîtîkayek taybet lê tê birêve birin, ji bo Abdulah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş rê nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdulah Ocalan tê pêkanîn û dawî anîna binpêkina mafan a li girtîgehan hatî despêkirin di roja 12’an de dom dike. Em dibînin ku tecrîda mûtlak a îro li Îmraliyê heyî ji rewşa xwe ya îstisna derketiye û li ser hemû Tirkiyê tê pêkanîn. Ji ber vê sedemê pêweste destpêkê tecrîda li Îmraliyê bê şert û merc bê rakirin û dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan bê anîn.”