Gunay: Tecrîd şer kûrtir dike

Parlemetera HDP’ê û parêzerê Ocalan Ebrû Gunay destnîşan kir ku tecîrda li Îmraliyê şer kûrtir dike û got ji bo rewşeke aştiyane divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were.

Gunay pirsa ‘Gelo bi rabûna Rewşa Awarte re qedexeya li ser hevîdîtina wê rabe’ kir.

Tecrîda girankirî ya ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin dewam dike.

‘TECRÎD, ŞER Û QETLÎAM BI HEV RE TÊ KIRIN’

Li gorî nûçeya MA’yê, Gunay bi bîr xist ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê pergala Rewşa Awarte tê meriyete de ye û got ku piştî helwdana Darbeya 15’ê Tîrmehê ev pergal li tevahiya welat hatiye berbelavkirin. Gunay destnîşan kir ku pêkanînê li Îmraliyê, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin, hatine qanûnîkirin û wiha got: “Beriya Rewşa Awarte li Girava Îmraliyê di çarçoveya Rejîma Îmraliyê de pêkanînên defacto yên mîna; qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re, sînordarkirin ango astengkirina hevdîtinên bi malbatê re, qedexekirina hevdîtinên vekirî û qeydkirina hevdîtinên bi parêzeran re hebûn. Lê piştî 2016’an me bi awayekî şênber dît ku hin tişt ne tesaduf in, piştî ku li hin cihan tên ceribandin, tên berbelavkirin.”

‘DIXWAZIN TECRÎDÊ BI QANÛNÎ BIKIN’

Gunay anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê hatine berbelavkirin û hatine qanûnîkirin û ev tişt gotin: “Pergala Îmraliyê bixwe bi serê xwe rejîmeke Rewşa Awarte ye. Li bejahiyê teşeyên pêkanînê yên vê yekê hene. Dema ku li Îmraliyê tecrîd pêk tê, lê bejahiyê jî şer, komkujî, û qedexeyên derketina derve pêk tên. Di 4 salên dawîn de pêvajoyeke gelek giran ku têde komkujî, qedexeyên derketina derve û wêrankirina bajaran jî hebûn, derbas bû.”

QEDEXEYA HEVDÎTANA MALBAT Û PARÊZERAN

Gunay, bal kişand ser qedexeya hevdîtina malbat û parêzaran a li ser Ocalan berdewam dike û wiha pêde çû: “Di pêvajoyên derbas bûyî de jî, bi wayekê fîlî hevdîtin asteng dikirin û bi hincetên ‘koster xirabe ye’ hevdîtinên parêzaran jî qedexe dikirin. Piştî hevdîtinên şandeya Îmraliyê birîn, bi hincetên polîtîk ên cudatir hevdîtin qedexe kirin. Piştî îlankirina Rewşa Awarte, Dadgeriya Înfaza Bûrsayê biryara qedexeya destpêkê, da. A rastî Rewşa Awarte weke hincet nîşandan, bi biryara Dadgeriya Înfazê ve girêdayî bû. Li dijî vê yekê gelek hewldanên me çûbûn, lê ligel vê jî hemû me tu encam bi dest nexwist. Ev biryar tim dûbare kirin.”

Guneya, pirsa “Gelo bi rabûna Rewşa Awarte re wê  qedexeya bêdem bi dawî bibe” kir û wiha rêz kir: “Ji bo ku hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk were, bi nêzîkatiya desthilatdariyê ya pirsgirêka Kurd û Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Gava şande di sala 2015’an de diçûn Îmraliyê Rewşa Awarte tine bû. Lê piştî deklerasyonên di Newrozên 2013 û 2014’an de hatin weşandin, pêvajo veguherî tecrîtek bêdem û Rewşa Awarte danîn holê. Nêzîkatiyek pirsgirêka Kurd bi çareserî bihêlin hebû. Bi rastî jî hikûmetê nexwest pirsgirêka Kurd çareser bike û ji nedîtî ve hat. Ji xwe piştî Rewşa Awarte, bi sererastkirinên qanûnî pergala tecrîta li Îmraliyê asayî kirin.”

‘DEMA HEVDÎTIN HEBÛ AŞTÎ JÎ HEBÛ’

Guney, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema hevdîtin bi Ocalan re dihatin kirin, rewşeke aştiyane li ser welat serwer bibû. Ev encamê tecrûbeyên 19 salan bûn. Her ku tecrîd kûr dibe, li welat şer jî kûtir dibe. Ger hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bê destpêkirin, bêguman ji bo pêşeroja welat wê  zemînek aştiyane dane holê.”