Gunay: Desthilatdariya AKP-MHP dijminê Kurdan û jinan e

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê û diyar kir ku jin jî di hedefê de ne.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku bi serdegirtina li KCD'ê û destgîrkirinan re desthilatdarî polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan didomîne û got, "KCD van çend salên dawî bû qadeke ku bû hedefa zext û zordariya AKP'ê ya dijminatiya li Kurdan."

Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Gunay diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP polîtîkaya dijminatiya li Kurdan dimeşîne û got, "KCD kongreyeke ji rengîniya herêmê ye ku partiya me jî di nav de ye. Nefesa yekîtiya herêmê û karê bi hev re ye. Di pêvajoya çareseriyê de KCD bi rengekî fermî ji aliyê Meclîsê ve dihate naskirin, li nêrînên wê dihate guhdarîkirin û weke îradeyekê dihate qebûlkirin. Lê belê van çend salên dawî bû qadeke ku bû hedefa zext û zordariya dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan a ji bo krîmînalîzekirinê."

Gunay destgîrkirin şermezar kir û ji bo bidawîanîna operasyonên qirkirina siyasî bang kir.

Gunay diyar kir ku şer çareserî nîne û ragihand ku çareserî bi diyalog û danûstandinan dibe. Ji bo têkoşîna bi hev re Gunay bang kir û got, "Li Tirkiyeyê pirsgirêka wê yekê heye ku Kurd nikarin bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn. Pirsgirêka azadiyê, demokrasiyê, aboriyê, edaletê heye. Mifteya çareseriya van hemû pirsgirêkan jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd li gorî mafên destûra bingehînî neyê çareserkirin, wê pirsgirêkên din çareser nebin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke demokratîkbûnê heye ku em hemû pê zanin. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê jî bêguman polîtîkaya dewletê ya înkar, cihêkar û tundiyê ye ku li dijî Kurdan dimeşîne."

ÊRÎŞÊN KUJER Û DAGIRKERIYÊ

Gunay bla kişand ser kuştina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê bi SÎHA'yan û got, "Doh êvarê li Şarbajarê Silêmaniyeyê, seyrangeheke gel hate bombekirin. Her kesên ku li dîmen temaşe kirine dîtin ku zarok bi bavên xwe dilîzin, lê bi bombeyan çawa tên qetilkirin. Dest ji van helwesta êrişkariyê ya li dijî gelê Kurd berdin. Yên ku gelê Kurd dikin hedef, hîn bêhtir jinên Kurd dikin hedef."