Gunay: Desthilat li kumpasê digere

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li dijî qirkirina siyasî ya li ser KCD'ê got, ''Dixwazin ku KCD'ê bikin qurbana kumpasên nefreta serdema nû.''

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li avaniya navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da.

Gunay bal kişande ser qirkirina siyasî ya ser KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk), diyar kir dewleta Tirk dixwaze KCD'ê krîmînalîze bike. 

Gunay got KCD ev 13 salan têdikoşe ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştî çareser bibe, heta niha xebatên xwe, komxebatên xwe û kongreyên xwe bi rengekî ji raya giştî re vekirî pêk aniye û got ,''Tê xwestin ku KCD'ê bikin qurbanê kumpasên nefretê yên serdema nû.''

Gunay operasyonên bi navê 'KCK'ê yên serdema FETO'yê bi bîr xist û got niha jî AKP li ser eynî rêyê dimeşe bi daraza ku kiriye pabendê xwe dixwaze ku  KCD'ê bike adrêsa kumpasê nû.

JIN LI SER XWE WÊ BIRYARÊ BIDIN

Gunay li ser gotinên  Serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp ku Peymana Stenbolê kiribû hedefa xwe got, ''Ji bo jinan çi  rast e çi şaş e em jin em ê biryarê bidin, hûn mêr nikarin biryarê bidin.''

DIXWAZIN BAROYÊN ALÎGIR MEZIN BIKIN

Li ser teklîfa AKP-MHP'ê ya derbarê guherandina baroyan jî Gunay got, ''Bi çavtirsandîkirina parêzerên muxalîf, bi krîmînalîzekirina wan, bi deqkirina wan a bi rengê xayin, terorîst, bi rêbazên ku nehêlin bibin endamên baroyan, em dizabin ku desthilat wê baroyên alîgir mezin bike.''

Gunay her wiha li ser zexta li ser medyaya sosyal a AKP-MHP'ê jî got armanca wan ew e ku nehêlin dengên muxalîf were bihîstin û nikaribin helwesta xwe li ser medyaya civakî aşkere bikin.