Gunay: Daxwaza girtiyan meşrû ye, divê bi cih were

Berdevka HDP'ê diyar kir ji mirina li Garê berpirs AKP ye, got, ''Em ê bi hev re ji vê desthilatê xilas bibin.'' Gunay her wiha bal kişande ser berxwedana zindanan nû got, ''Daxwaza girtiyan merû ye, divê demildest bi cih were.''

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunayli navenda giştî ya partiya xwe bi daxuyaniyeke çapameniyê li ser rojevê axivî.

Gunay têkilî êrîşên li Garê axivî û got, ''Em ê operasyon û encamên ku desthilatê li Garê kiriye biaxivin. Beriya bi sê rojan li Meclîsê di hevdîtinan de me got e mê mirinan nekin malzemeya siyasetê û d rojên pêş de ji kesên ku divê hesab bidin em ê hesab bipirsin.''

Gunay, ''Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin, desthilat ji van cenazeyan dixwazê ranta siyasî hilde. wezîrên xwe şandin meclîsê, li mav çavê gel û meclîsê nerîn û derew bi wan dane gotin, propaganda dane kirin. Piştî ev qas tişt, tiştek heye ku neqediyaye, êşa malbatan, li gel vê jî desthilat li ser mirinan siyasetê dike.''

Gunay bi domdarî got, ''Tifaqa AKP-MHP'ê neçû da ku leşker-polîs û endamên MÎT'ê yên li wir xilas bike. Ji bo ku xwe ji rûxandina siyasî xilas bike çû wir. Em deyndar in ku hurmetê bidin saxan û heqîqetê deyndarî miriyan in. Dixwazin li ser heqîqetê bigirin, bi ser neketin û wê nikaribin bi ser bikevin.''

Gunay di axaftina xwe de bal kişande sehkirina tazî ya li girtîgehan û got, herî dawî Hevşaredara Colemergê Dîlek Hatîpoglu ser wê tazî kirin û seh kirine. Gunay her wiha diyar kir Hatîpoglu ji ber ku li dij vê derketiye qerdiyanan lê dane, ser çav û rûyê wê şîn û reş kirine. Gunay got, ''Ez bang li wan rayedaran dikim, nexasim bang li jinên li nav partiya desthilat dikim, ku qebûl nakin li girtîgehan sehkirina tazî û kirinên dermirovî hene, bila biçin serdana Dîlek Hatîpoglu bikin, 

Gunay di axaftina xwe de bal kişande ser berxwedana li zindanan a grêva birçîbûnê ku ev 85 roj in ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe tê domandin û got, ''Tirkiye ji bo ku qanûnên xwe bi cih bîne divê li girtîgehan mirov bimirin? Beriya ku ji girtîgehan weke berê agahiyên nexweş werin bila daxwazên hiqûqî û meşrû yên girtiyan werin bicihanîn.''

Gunay herî dawî li ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Makî ya Cîhanî axivî, got, ev roj, ''Banga geşkirina têkoşînê ya dijî kirinên qedexekar ên li ser zimanê makî ye. Weke duh me kirî niha jî em guh didin vê bangê û em dibêjin, ''ji bo mafê zimanê makî adalet''. Bi vê wesîleyê em Roja Zimanê Makî ya Cîhanî pîroz dikin, em bang li her kesî dikin ku li zimanê xwe yê makî xwedî derkevin û hurmetê bidin zimanên din.''