Gumlata nû ya Kadizê hate peyîtandin

Komeke zanîngeha Arîzona ya li DYA’yê, gumlata galaksiya Kadizê ji nû ve pîva. Li gorî vê Kadiz, ji rojgerê 960 mîlyar car mezintir e. 

Ji ber dîtbariya wê karekî zehmet e ku taybetmendiya xisletî ya galakiya Kadizê bê peyitandin. Lê belê divê  texmînkirina tevgerîna wê, mînak ji bo ku em fêr bibin ka wê kengê lihevketinek çêbe yan na, gumlata wê ya hêza kêşana wê diyar dike bizanibin.

Koma Ekta Patel a Zanîngeha Arîzonayê, rêbazeke nû ya li ser tevgerîna galaksiyên pergala rojgeriya me saz kirî, pêş xistin. Bi vê rêbazê hat texmînkirin ku gumlata Kadizê 960 mîlyar car ji pergala rojgerê mezintir e. Daneyên heta niha dihat texmînkirin ku 580-700 mîlyar in. 

Zehmetiya di vê texmînê de wiha dihat pênasekirin: Li gorî derfetên heyî, hemû stêrk û gazê tên dîtin û derdikevin holê bi qasî ji sedî 15 gumlata galaksiyekê ne. Ji sedî 85 gumlata dimîne jî, ji daringa tarî ku bi hêza xwe ya kêşanê tevdigere lê nabiriqe pêk tê. 
Kadiz, bi qasî 50 galaksiyên gerstêrkan bi pey xwe ve kaş dike. Ya herî zêde tê nasîn jî Andromeda û Macellana bi du rehend e. Bi dehan galaksiyên navborî di qada kêşana gumlata Kadizê de asê mane. Andromeda, di saetê de bi leza 110 km nêzî kadizê dibe.