Gulser Yildirim: Em bi biryardarî û bi hev re têbikoşin

Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim a dîlgirtî, ji girtîgehê nameyek şand. Yildirim diyar kir, divê têkoîna li dijî AKP'ê bi biryardarî bidome û banga têkoşîna hevpar kir.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ji Girtîgeha Kandirayê nameyek şand.

Nameya Yildirim bi vî rengî ye:

"Ez weke jinekê û dayikekê dinivîsînim. Ji ber bûyerên şîdetê yên di dema dawî de zêde bûn, mirovên me yên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Kî dibe bila bibe, herî zêde em bi êşa mirovên dimirin dizanin. Em feryada dayikan a li dû wan, hîs dikin, dijîn. Li cîhanê, ji mirovan hêjatir tiştek nîne.

Ez dixwazim vê yekê ji jinan, ji hemû dayikan re bêjim; bi qasî we, em êşa we hemûyan yek bi yek dizanin, dijîn. Divê neyê ji bîrkirin, rêya rizgariya ji nava vê rewşa şîdetê, diyalog û aştî ye.

Ev rewşa şîdetê ya ku Tirkiye di nav de ye, ne bi siyaseta tolhildanê û mirinê, lê bi avakirina aştiyê dikare çareser bibe. Aştî bi rêya desthilatdaran nayê, bi berxwedana gelên bindest bi taybetî jinan dibe. Ji bo welatekî demokratîk, azadîparêz û aştiyane, ku her kes bi rengê xwe lê bijî, divê em bihev re bi rêbazên aştiyane têbikoşin.

Ez bang li Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên ku îftirayê davêje partiya me û parlamenterê me dikim, ku hinekî bi wijdan tevbigere. Her axaftina me, her gotinên me di arşîva we de ne. Gotinên ku Hevserokên me negotine, weke îftirayê bes bikar bînin.

Ez dibêjim; ji bo em li ser rêya aştiyê bigihêjin hev, divê têkoşîna li dijî desthilatdariya em girtiye, bi biryardarî têbikoşin. Ji dil silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê me dikim."