Gulmen û Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne hatin binçavkirin

Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, ku ji bo li karê xwe vegerin ev 75 roj in di greva birçîbûnê de ne, nîvê şevê hatin binçavkirin.

Polîsên tîmên taybet nîvê şevê avêtin ser mala Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça û ew binçav kirin.

Tevî Hevsera Semîh Ozakça Esra Ozakça, parêzer Ayşegul Çagatay û Ebrû Tîmtîk jî hatin binçavkirin.

Nerazîbûna li vê biryara binçavkirinê zêde dibe. Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder û hin parlamenterên din, di binê çavan de serdana Ozakça û Gulmen kirin. Di vê navberê de, ji bo binçavkirin were şermezarkirin, girseya gel li Kolana Yukselê li hev dicive.