Gulleya polîsan çavê zarokekî kor kir
Gulleya polîsan çavê zarokekî kor kir
Gulleya polîsan çavê zarokekî kor kir
Li Edeneyê gulleya plastîk a polîsên ku mudaxeleyî xwepêşandanê kirin li çavê zarokê bi navê B.Y. ê 14 salî ket. Malbata B.Y. ê ji çavê xwe yê çepê birîndar bû û 5 roj in li nexweşxaneyê tedawiyê dibîne dixwaze berpirsiyar bên cezakirin.
Li Edeneyê êvara 3'yê Mijdarê ji bo şermezarkirina "dîwarê şermê" yê dihat xwestin di navbera Nisêbîn û Qamişlo de bê avakirin, gelek kes li Bulvara Guney Kuşagi ya Taxa Hurriyet a Seyhanê kom bûn, rê girtin û dest bi çalakiyê kirin. Polîsên mudaxeleyî çalakiyê kirin, BY. ê 14 salî bi gulleya plastîk ji çavê wî birîndar kirin. B.Y. ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurova, 5 roj in tedawiyê dibîne û tê gotin ku mimkun e çavê xwe wenda bike.
'JI SEDÎ 90 NABÎNE'
Bavê B.Y. Siddik Y. diyar kir ku kurê wî ji bo ji birayê xwe re avê û sodayê bikire çû, lê di nav xwînê de vegeriya. Bav Siddik Y. da xuyakirin ku doktoran gotiye çavê kurê wî ji sedî 90 nabîne û ji ber birîna di bin çav de nikarin mudaxele bikin. Bav Siddik her wiha anî ziman ku polîsan di kontrola psîkolog de îfadeya kurê wî yê di nexweşxaneyê de tedawiyê dibîne girtine.
Bav Siddik Y. destnîşan kir ku ji bo di destên wan de rapor nîn in nikarin der heqê berpirsiyaran de gilî bikin û wiha dirêjî da axaftina, "Kê ev gulleya plastîk berdabe çavê kurê min ez dixwazim demldest bê dîtin û cezakirin. Ez ji polîsan bi gilî û gazincim."
'POLÎSAN LI MIN DA'
B.Y. ê li nexweşxaneye di kontrola psîkologan de ji aliyê polîsên girêdayî Şaxa Polîsan îfadeya wî hat girtin, di îfadeya xwe de wiha gotiye, "Ez di 3'ê Mijdarê saet nêzî 13. 00'an çûm cem birayê xwe bazarê. Birayê min li ber Midûriyeta Polîsan a Seyhan di bazarê de kar dike. Heta saet 17.00'an ez li wir mam. Paşê birayê min ji bo ez biçim av û sodayê bînim ez şandim. Min li cihê bazarê nedît, di rêya Bulvara Guney Kuşak re ez derbasî aliyê din bibûma. Li aliyê din çalakî hebû. Li aliyê çepê jî polîs hebûn. Di nîvê Bulvarê de ez demekê sekinîm. Paşê dema ez ber bi Taxa Hurriyet ve çûm cismek li çavê min ê çepê ket. Dema min destê xwe da çavê xwe xwîn jê dihat. Ez çûm cem birayê xwe Kenan û ji wir jî em hatin Nexweşxaneya Balcali. Ji aliyê polîsan ve ew cism hat." B.Y. têkildarî bûyerê got ku divê berpirsiyar bên darizandin.