Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê her kes deng bide Meşa Azadiyê

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Divê her kes deng bide Meşa Azadiyê.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de ya li Meclîsê rojev nirxand. Beşên ku ji axaftina Koçyîgît derketine pêş, wiha ne:

“Meşa Azadiyê ya ku me 1’ê Sibatê ji baskan ve dayî destpêkirin, îro di roja 12’an de ye. Helbet ev meş ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev meş di heman demê de ji bo pêkanîna edalet û aştiyê ye jî. Em ne tenê behsa azadiya Birêz Ocalan dikin, em behsa azadiya hemû gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dikin.

Azadiya Birêz Ocalan wê bibe gava destpêkê ya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev meş di heman demê de ji bo naskirina mafên siyasî û çandî yê gelê Kurd û garantîkirina mafê welatîbûnê ya makeqanûnê ye. Ji bo ev daxwaz hemû pêk bên, divê tecrîd bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Li gel vê jî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, divê maseya muzakereyê jî bê danîn. Divê Birêz Ocalan weke muxatabê vê pirsgirêkê bê naskirin.

Baskê me yê Qersê çûye nêzî 5 bajar û 17 navçeyan. Îro wê li Êlih û Bismîlê be. Baskê Wanê jî çûye 4 bajar û 13 naveçeyan. Li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Îro wê li Mazidag û Çinarê bin. Di 13’ê mehê de her du baskên me wê li Amedê bên ba hev û di 15’ê mehê de li Amarayê fînalê bikin. Em ji vir Meşa Azadiyê silav dikin. Divê hemû raya giştî, sazî û desthilatdarî deng bidin vê meşê.

Berpirsyariya Meclîsê heye ku mafê zimanê dayikê yê 20 milyon Kurdên li vî welatî dijîn, biparêze.”