Gule li avahiya HDP'ê hate reşandin
Kes an jî kesên nenas duh bi şev gule li avahiya HDP'ê ya navçeya Esenlerê reşandin.
Kes an jî kesên nenas duh bi şev gule li avahiya HDP'ê ya navçeya Esenlerê reşandin.
Avahiya navçeya Esenler a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû hedefa êrîşeke çekdarî.
Êrîş duh bi şev hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye.
Guleyên li avahiyê hatin reşandin li cam û dîwarên avahiyê ketin.