Guldexwîn jî ketiye ber qedexeyê

Guldexwîn ku tovên wê ji Êlihê belav bûye, li çiyayên Kurdistanê şîn dibe. Emrê Guldexwînê tenê mehek e. Ji ber qedexeya ku dewleta Tirk li herêmê ragihandine, wênevan nikarin wêneyên wê bikişînin.

Guldexwîn (Fritillaria Imperiaris) ku li ber tinebûnê ye, li çiyayên Kurdistanê şîn dibe.

Ev kulîlka bedew ku biharê re li zozan û çiyayên Kurdistanê şîn dibe, emrê xwe mehek e. Ji ber qedexeyên demên dawî emrê wê têrê nake ku wênevan wêneyên wê bikişînin.

Guldexwîn ku bi navê Gula Xemgîn jî tê naskirin, her wiha navê "Kulîlka Azadiyê ya Lûtkeyê" jî lê tê kirin.

Guldexwîn ku bizirê wê ji Êlihê belav bû li Colemêrg, Wan, Bedlîs, Erzîrom û çiyayê Qendîlê jî şîn dibe. 167 celebên vê kulîlkê hene û herî zêde jî li Kurdistanê ne.

Li gorî lêkolînan 43 cûreyên wê li vir tên dîtin û 20 ji wan jî endemîk in (tenê li hin cihan şîn dibe).