Çalakiyên ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê didomin

Kurdistaniyên li Ewropayê, çalakiyên xwe yên ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê didomînin.

Doh li gelek bajarên Elmanyayê gelek çalakî hatin lidarxistin.

DARMSTADT

Aktîvîstên Tevgera Jinên Ciwan ên Azad doh êvarê il bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakiyek li dar xistin. Jinan pankarteke bi nivîsa "Em berxwedana Leyla Guven mezin bikin" a bi zimanê Elmanî vekirin û heta bi stasyona trenê ya navendî bi bêdengî meşiyan.

STÛTTGART

Jinên Xwendekar ên Kurd (JXK) li bajarê Stûttgartê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji bo berxwedan û daxwaza Leyla Guven banga xwedîderketinê hate kirin. Aktîvîstên JXK'ê bi vê armancê belavok belav kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi dirûşma "Dem namîne, em rabin ser piyan" mitngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de y ali Alexander Platzê bang li mirovahiyê kir ku bi berpirsyarî rabe.

Tevî Kurdistaniyan gelek Elman, Tirk û enternasyonalîst jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven 3 meh li pey xwe hiştiye û xemsariya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê hate rexnekirin.

Çalakgeran di dawiya xwepêşandanê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Dagirker hemû ji Kurdistanê bicehimin" û "Bijî berxwedana Leyla Guven" qîriyan.

JIN LI BERLÎNÊ DAKETIN QADAN

Li Berlînê çalakiyeke din a bi heman armancê ji aliyê jinên ciwan ên endamên Jinên Xwendekar ên Ciwan û Jinên Ciwan ên Azad ve hate lidarxistin.