‘Grevên birçîbûnê parçeyekî berxwedana civakî ye’

Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû diyar dike ku grevên birçîbûnê parçeyekî berxwedana civakî ye û balê dikişîne ser vî tiştî ku heke baş were vegotin ew ê ev berxwedan bigihêje armanca xwe.

Tirkiye ber bi hilbijartina herêmî ve diçe û greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven li dijî tecrîdê dabû destpêkirin jî didome.

Hevberdevkê nû yê HDK’ê Sedat Şenoglû diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin, li hemû civakê hatiye belavkirin û hemû aliyên demokrasîxwaz ketine bin tecrîdê.

HDK’ê di 13’ê Çileyê de civîna Desteya Giştî ya Asayî ya 9’emîn li dar xist. Derbarê grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî em bi Sedat Şenoglû re axivîn.

Şenoglû derbarê tecrîdê got ku, “Li Îmraliyê tecrîda li ser rêzdar Ocalan ne nû ye. Em dizanin ji bo çareserkirina van kêşeyan berê hin hewldan hebû. Di navbera salên 2013-2015’an de hin encamên hêvîdar pêk hatibû. Lê mixabin di 3 salên dawîn de îradeya gelan hatiye şikandin û ji ber vê jî rêzdar Ocalan jî di bin tecrîdê de ye. Tecrîda ku li Îmraliyê hate destpêkirin, li her derê hate belavkirin. Parlementer û rêhevala me Leyla Guven jî ji bo daxwazeke jiyanî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Heval Leyla bi biryardariyeke mezin dest bi vê çalakiyê kiriye û bi heman biryardariyê vê çalakiyê didomîne. Meseleya tecrîdê meseleyek siyasî ye, divê mûxatabên vî tiştî ku meseleyê wisa fêm bikin. Kurtehevdîtina bi rêzdar Ocalan re tiştekî baş e lê pê re jî manîpulasyonek jî tê çêkirin, ji ber ku tecrîd hê jî holê nehatiye rakirin.”

Şenoglû derbarê xeta têkoşînê ya grevên birçîbûnê jî got ku, “Di civîna me ya desteya giştî de, me xeta berxwedana civakî yali dijî faşîzmê danî ber xwe. Li ser vî esasî grevên birçîbûnê parçeyekî berxwedana civakî ye û em ê hewl bidin vî tiştî li derve belavtir bikin. Jixwe dema ku em karibin vî tiştî bikin ew ê grevên birçîbûnê bigihêje armanca xwe. Ji ber vê jî HDK him di warê pêkhateyên xwe û him jî di warê rêxistinkirina tifaqên din ên civakî hewl dide rola xwe bi cih bîne.”

Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû derbarê polîtîkaya hilbijartinên herêmî jî got ku, “HDK mîsyona wê ji hilbijartinan wêdetir e. Lê hilbijartin jî geşedaneke aktuel e. Derbarê hilbijartinan perspektîfa me zelal e, divê şaredariyên li Kurdistanê yên ku qeyûm lê hatine peywirdarkirin werin stendin û bajarên din werin zêdekirin. Hilbijartin tê wateya têkbirina polîtîkayên AKP’ê. Di heman demê de ji bo qelskirina bloka AKP-MHP’ê jî hilbijartin girîng in. Em diyar dikin ku divê em vê hilbijartinê li hemberî rejîma yekzilam veguherînin referandûmê. Ev jî tê wateya ku hêzên li dijî rejîmê divê eniya demokratîk a hevpar ava bikin. Li ser vî esasî hevdîtinên me yên bi HDP’ê re didome. Nêziktêdayîna me ya esasî ev e şaredariyên ku ew ê werin bidestxistin ew ê karibe AKP’ê qels bike. Di heman demê de niha krîzek jî heye. Krîza li Tirkiyeyê krîzeke polîtîk,îdeolojîk û ekolojîk e. Jixwe li Tirkiyeyê krîza îktîsadî û ya siyasî ne dûrî hev in. Ji ber vê jî divê di vê hilbijartinê de nerazîbûna li hemberî krîzan xwe bide der. Ev tişt jixweber pêk nayê, em rêxistinkirina vî tiştî ji xwe re dikin hedef.”