Greva pîlotên Fransayê AirFrance şoq kir

Greva pîlotên Fransayê AirFrance şoq kir

Greva pîlotên AirFrance, bandor li piraniya seferên duh kir. Ji ber grevê, tê payîn ku seferên îro û sibê bên betalkirin.

Pîlotên AirFrance-KLM ên bi hevkariya rêyên hewayî yên Fransa û Hollanda tê birêvebirin, duh ketin grevê. Li gorî agahiyên sendîkaya pîlotan a bi navê SNPL AF Alpa, ji ber grevê bi tenê ji sedî 48 ê seferên AirFrance pêk hat.

Ji ber tevlîbûna xurt a li grevê li balafirgeha Toulouse ji sedî 80, li balafirgehên Marsîlya, Lyon û Nice jî ji sedî 70 ê seferan hatin betalkirin.

Kargeha AirFransa dixwaze bernameyeke ku di berdêla tazmînatê de bi dilxwazî karibe karkeran ji kar derxîne, bixe meriyetê. Sendîkaya pîlotan a nerazîbûn nîşanî vê bernameyê da, biryar da ku heta roja Yekşemê grevê bike û li ser vê yekê muzakereyan destpê kiribûn.

Ji ber grevê, dibe ku ji sedî 60 seferên îro yên AirFrance betal bibin. Eger ji muzakereyan encamek dernekeve, dibe ku beşeke mezin a seferên sibê jî bên betalkirin.

Li gorî daneyên AirFrance, greva duh bandor li 65 hezar rêwiyan kir. Tê texmînkirin ku zerara rojane ya kargehê jî di navbera 10 û 15 mîlyon Euroyî de ye.