Grêva KESK’ê li Îzmîrê jiyan tevizand

Grêva KESK’ê li Îzmîrê jiyan tevizand

Grêva KESK'ê ya bi şiyara "Welatekî wekhev, azad û demokatîk, ewlekariya kar û jiyaneke mirovane, emê teslîmî faşîzma AKP'ê nebin" bi tevlêbûna dehhezaran pêk tê.

Li ser banga KESK'ê, bi piştgiriya DÎSK, TMMOB, TTB û Sendîkaya Belediye-Îşê, bi beşdariya dehhezaran grêv tê kirin. 

Girseya gel a li ber kargehên xwe kom bûn ber bi Meydana Gundogdû ve meşiya û helwesta "faşîzan" a hukûmeta AKP'ê şermezar kir.

Bedevkê Demî yê Platforma Şaxên Îzmîrê ya KESK'ê Îsmaîl Akyol li Meydana Gundogdû axivî û got, "Tevgera gel a li dijî talankirina Parqa Gezî destpê kir, îro bi daxwazên têkoşîna mafê perwerde, tenduristî, têkoşîna nasnameya bindestan, têkoşîna hawirdorperestan, têkoşîna jin û ciwanan re bûye yek."

Akyol da xuyakirin ku deshliatdariya AKP'ê hewl dide hemû daxwazên demokratîk bi dijwariyê bieciqîne û got, "Gel nîşan daye, ku her gotina ji devê Erdogan derdikeve nabe qanûn û daxwazên rewa û mafdar ên gel bi dijwariyê nayê eciqandin."

Akyol daxwazên xwe weha rêz kir:

* Divê bi awayekî fermî were îlankirin ku Parqa Gezî wê weke parqê bimîne.

* Divê berpirsyarên dijwariya li dijî gel hesab bidin, îstifa bikin û bikaranîna gaza îsotê were qedexekirin.

* Pêwîste were îlankirin ku der heqê bi hezaran kesên hatine binçavkirin lêpirsîn wê neyê kirin û ji ber mexdûriyeta hatiye afirandin, ji gel lêborîn were xwestin.

* Divê tevî Taksîmê, hemû meydanên li Tirkiyê ji civîn û xwepêşandanan re neyê qedexekirin.

Akyol bang li AKP'ê kir ku van bangan li ber çavan bigire û ji gel jî xwest, di vê pêvajoyê de ji bo maf û azadiya xwe, hîn bêtir bi rêxistin tevbigere.

Li dû daxuyaniyê, kedkaran li ber mûzîkê govend gerandin.