Greva birçîbûnê ya Yagiz kete roja 53'an

Rewşa tendiristiyê ya Nasir Yagizay ê ku ji bo tecrîdad li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azad bibe li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kirî û ev 53'an di grevê de ye, xirab dibe.

Rewşa tenduristiyê ya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ku ev 53 roj in di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe xirab dibe.

Li gel greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Yagiz kom jî greva xwe bi dorvegerî didomînin û gel jî serdana berxwedêrên grevê dike.

Li gel ku rewşa Yagiz nebaş dibe jî, Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe didomîne.

Yagiz di roja 46'an a çalakiyê de, 5'ê Çile ji ANF'ê re axivîbû û gotibû, ew ê heta ku encam were standin çalakiya xwe bidomîne û domandibû:

 ''Heta tecrîda li ser Birêz Rêber Apo bidawî nebe wê çalakiya me bidome. Niha gelek caran tê gotin; ‘Kesek çawa dikare canê xwe feda bike ji bo kesekî’, niha ew mînak li çar parçeyên Kurdistanê bi van çalakiyan carekî din diyar dibe. Di Tevgera Azadiya Kurd de ev ruh tê dîtin. Dema em li sîstema Konfederalîzam Demokratîk a Birêz Ocalan dayî avakirin dinêrin, dibînin ku ti tişt ne ji bo kesekî ye, her tişt ji bo civak û netewê ye. Dema min dîtin ku ev sîstem raste rast ji bo xizmeta gel e, ez hê zêdetir tevlî kar bûm û min dest bi çalakiyekî wiha kir. Em dibînin vê sîstem kir ku Rojavayê Kurdistanê şoreş bê kirin û bi rengekî azad hemû pêkhate bi hev re dijîn û li hember êrîşan li ber xwe dide. Bi derketina PKK’ê re weke netew Kurd û Kurdistan derket holê û her kesî nas kir. Kurd bû xwedî nasname, bû xwedî çand û bû xwedî dîrok. Dema me ev dît me jî got; ‘Çima em jî nebin parçeyek ji vê û tênekoşin.’ Ev 20 sal in Serok Apo ji bo xwe tiştek nexwestiye, her ji bo civakê û ji bo netewa Kurd xwestiye ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşîn kiriye. Eger îro Rêberê me her tiştî ji bo me dixwaze, çima em jî ji bo Rêberê xwe tiştekî nakin. Ev bû 3 sal ne ji aliyê tenduristî, ne ji aliyê ewlehî û ne jî agahiyek têkilî tendiristiyê me ji Rêberê xwe negirtiye. Dema ku wisa bû her ferdekî Kurd dema hinek li ser vê bifikire û xwedî wijdan be wê têkeve tevgerê.''