Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya li Swîsreyê ya dorveger di roja 9'an de didome. Gelek Kurdsitanî û dostên Kurdan serdana çalakiya grêva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kirin.
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Çalakgerên grevê ku nêzî 60 kesî ne û di nav wan de jinên Kurd jî hene, gotin tecrîda li ser Ocalan bi temamî tecrîda li ser Kurdan e û hate gotin divê Ewropa û CPT kêferatê bikin.
Çalakgeran goti Kurd ti caran ji azadiya Ocalan nayên xwarê û diyar kirin ji bo tecrîdê bişkînin ew ê berxwedana xwe bidomînin. Çalakgeran her wiha gotin polîtîkaya Ewropayê destê dewleta Tirk xurt dike, tê maneya desteka li polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û di serî de Konseya Ewropayê, bang li welatên Ewropayê kirin ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwesteke zelal.
TURKDOGAN: TECRÎD NE TENÊ LI SER OCALAN E
Serokê Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan ku ji bo panêlekê hatî Swîsreyê berêvarkî serdana greva birçîbûnê kir û got, tecrîda li ser Ocalan tenê bi Ocalan re ne sînordar e, bi polîtîkayeke bi zanebûn li ser Ocalan tecrîd tê domandin.
Turkdogan diyar kir li Tirkiyê di çareseriya meselya Kurd de rola Ocalan girîng e û tecrîd tê maneya girankirina şer û got, aştiya Rojhilata Navîn bi aştiya Tirkiyê dibe.
Her wiha Parlamentera Partiya Keskan Sîbel Aslan û yek ji damezirînerê SYKP'ê Tuncay Yilmaz jî serdana greva birçîbûnê kir.