Greva birçîbûnê ya li Saratovê bi ciwanan dewam dike

Greva birçîbûnê ya li bajarê Saratov ê Rûsyayê bi ciwanan dewam dike.

Greva birçîbûnê li navçeya Erşov a bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê ve pêk tê. Grev bi ciwanên ji Komîteya Ciwanan a Erşovê dewam dike.

Ciwanên ku li Navenda Çanda Kurd a Erşovê dest bi greva birçîbûnê kirin gotin, "Bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me û pêkhatina azadiya wî daxwaza bingehîn a gelê Kurd e. Gelê Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo Rêberê xwe bidomîne û ev yek jî wê bi pêşengiya ciwanan pêk were."

ÊRÎŞ Û BÊDENGÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Çalakgeran her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî van êrîşan şermezar kirin.

Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, berxwedana Parlamentera HDP'ê Leyla Guven hate silavkirin.