Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 21. de ye!

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir, di roja 21. de ye.

18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan û rabûna li ber îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, ji 15'ê Sibatê û vir ve bi rengekî bêdem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne.

8 girtî j beşa T2, 5 girtiyên jin ji beşa T4 û 5 girtî ji beşa jinan tevlî çalakiyê bûne.

Li girtîgeha ku greva birçîbûnê lê dewam dike û veguheriye navenda îşkenceyê, her roj agahiyek li ser binpêkirina mafên mirovan tê. Ji ber ku cezayê axaftina bi telefonê û hevdîtinê li girtiyan hatiye qedexekirin, agahiyeke zelal ji nava girtîgehê nayê bidestxistin.

Malbatên girtiyan bi tirs û fikar in. Malbatên çûn serdanê, li pêşiya girtîgehê sixêf li wan hat kirin û ji ber ku nerazîbûn nîşanî zext û zordariyê dan, ceza li wan hat birîn ku mehekê nikarin tevlî hevdîtinan bibin.