Greva birçîbûnê ya li pêşiya NY bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê ku di 19’ê Adarê de destpêkiribû, di roja 20’an de bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê ku di 19’ê Adarê de destpêkiribû, di roja 20’an de bi dawî bû.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) ku ev 4 roj e çalakiya greva birçîbûnê dewr girtibûn, bi beşdarbûna jinan û nûnerên partiya Sosyalîst-çepgir a Swîsreyê bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya NY bi dawî kirin.
Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG, YPJ û PKK’ê hatin hildan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Destpêkê Zîlan Serhat li ser navê TJK-E axivî û wiha got; “Di 20 rojên greva birçîbûnê de me daxwazên xwe ji berpirsan re ragihand û me bi gelek rêxistinên jinan û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Têkoşîna me ya ji bo Efrînê wê bidome.”
Serhat ragihand ku piştî hevdîtinên hatine kirin ji bo dagirkeriya li Efrînê bi dawî bibe soz hatine dayîn û li ser vê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Serhat wiha domand; “Ji bo derxistina dewleta Tirk a faşîst ku Efrîn dagirkiriye soz hate dayîn. Ger pêngavek diyar neyê avêtin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku Efrîn û Rêber Apo azad nebe wê têkoşîna me bi dawî nebe. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo demildest bi dawî bibe.”
Leyla Şahîn li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axivî û destpêkê şehîdên Efrînê bi bîr anî û wiha domand; “Li Ewropa ev 2 meh in ji bo Efrînê em têdikoşin. Gotibûn wê di nava hefteyekê de dewleta Tirk a faşîst ku Efrîn dagirkiriye derbikeve. Ev 2 meh in Efrîn hatiye dagirkirin û talan dikin. Heta ku dewleta Tirk ji Efrînê dernekeve wê têkoşîna me bi dawî nebe. Berxwedana li Efrînê bi dawî nebûye û bi dawî jî nabe.”
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Cenevreyê Muzeyyen Orhan got wê têkoşîna wan bidome.
Piştre ji Partiya Lîberal Radikal a Swîsreyê Joel Fiss axivî û wiha got; “Divê Ewropa û cîhan deyne xwe yê ji bo Kurdan bide. Kurdan bi canê xwe li dijî rêxistina hov a DAIŞ’ê li ber xwe da û serketin. Lê piştre ji bo berjewendiyên dewletan Sûriyeye veguherî şanoyekê. Bi exlaq divê em berpirsyartiyên xwe bînin cih û Kurdan di têkoşînê de bi tenê nehêlin.”
Piştî daxuyaniyê jinan li ber stranan govend gerandin.