Greva birçîbûnê ya li Parîsê mezin dibe

Ji bo endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr ku ji 1'ê Nîsanê ve li Parîsê di greva birçîbûnê de ye, endama YS'ê Bîlen Ceyran û Seroka BEKSAM'ê Gulten Yavûz ku ji 6'ê Gulanê ve di greva birçîbûnê de ne, serdan didomin.

Hevrêyên wan ên ji Elmanya, Awûstûrya, Îngilîstan û bajarên Creil û Mantes La Jolie yên Fransayê serdana berxwedêran kirin ku li ACTIT'ê di greva birçîbûnê de ne.

Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin, zilman ku her roj li ber girtîgehan êrîşî dayikan dikin, destgîr dikin, êşkenceyê dikin wê têk biçe û gotin, "Berxwedan bi dayina berdêlan mezin dibe. Tecrîd wê bi têkoşîna gelan û bindestan bi dawî bibe."

Endamên ACTIT û SKB'ê her wiha tevlî mîtînga li meydana Republique bûn û al û pankartên xwe vekirin.