Greva birçîbûnê ya li Mîçûrînskê di roja 3. de ye
Greva birçîbûnê ya li Mîçûrînskê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 3. de ye.
Greva birçîbûnê ya li Mîçûrînskê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 3. de ye.
Li navçeya Mîçûrînskê ya bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Meclîsa Gel a navçeyê dewam dike.
Şêniyên herêmê serdana çalakgeran dikin. Çalakgeran bal kişandin ser kiryarên faşîst ên rejîma AKP'ê û di serî de CPT û Yekîtiya Ewropa, bang li hêzên navneteweyî kirin, ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.
Di çalakiyê de, Leyla Guven û welatiyên li çar aliyên cîhanê li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê hatin silavkirin.